Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Konferansa Jineolojî didome

Dîmen

QAMIŞLO – Yekemîn Konferansa Jineolojî ya li ser asta Bakurê Sûriyê ku îro vê sibehê li bajarê Dêrikê hate destpêkirin dewam, dike.

Di konferansa ku li Navenda Çand û Hunerê ya Dijle de tê organîzekirin bi sedan jin ji herêmên Bakurê Sûriyê(Cizîr, Firat, Efrîn) û jinên Reqa, Heleb, Minbic û jinên ji rêxistinên Bakur û Başûrê Kurdistanê, RJAK, Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî(TAJE) û Komeleya Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê tevlî bûne.QAM-BERDAMIYA KONFRESE (1)

Buroya Jinê ya MSD û Meclîsa Jinên Sûriyê di nav de, gelek rêxistin û tevgerên jinan ên cîhanî nameyên pîrozbahiyê ji konferansê re şandin.

Di konferansê de, bi navê TAJE`yê Reham Heco axivî û  behsa komkujiya  ku sala 2014`an de li Şengalê çêbûye û taybet li ser jina Şengalî pêk hat kir û destnîşan  kir ku jina Êzidî bi saya felsefeya jinê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkeşkiriye dikaribû astengiya derbas bike.

Paşê, sînevizyonek derbarê Jineolojî hate pêşandan.

Her wiha bi navê Yekîtiya Jinên Suryanî Nezîra Gewriye axivî û lidarxistina konferansê pîroz kir. Piştre rapora kar û xebatên  Akademiya Jineolojî ji sala 2014`an ta 2017`an hate xwendin û beşdar nirxandina li ser dikin.

Piştî nirxandinê, wê Sosyoljiya Jinê li Bakurê Sûriyê were xwendin.

(kc)

ANHA