Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Konferansa Kevana Zêrîn a Bakurê Sûriye dest pê kir

QAMIŞLO – Yekemîn konferansa Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn a Bakûrê Srûiyeyê dest pê kir.

Bi dirûşmeya”Bi rihê çanda resen em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi rêber APO re azad bijîn” yekemîn konferansa Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn a Bakurê Sûriye dest pê kir.

Konferasn li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi amadebûma 210 nûnerên tevgera Kevana Zêrîn ên Bakurê Sûriyeye, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongerya Star û Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk bi rêzgirtinê dest pê kir.

Paşê 5 endam ji bo birêveberina konferansê hatin diyarkirin.

Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Hevserokatiya Kantona Cizîrê Hêva Erebo ve hate kirin. Hêva Erebo lidarxistina konferasnê û rizgakirina Reqayê pîroz kir û wiha got:”Ev pîrozbahî bi têkoşîna jin û berxwedaniya wê ya lehengî ya li hember terorê hatiye qezenckirin.”

Hêva Erebo anî ziman ku jin di her qadan de xwe bi rêxistina kiriye û xwe pêş xistiye.

Konferans bi axaftinên beşdaran didome.

Tê payîn ku dê konferans du rojan berdewam bike.

(bb)

ANHA