Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Konferansa Kevana Zêrîn bi dawî bû

QAMIŞLO – Konferansa yekem a Kevana Zêrîn bi diyarkirina rêziknameyê û avakirina koordînasyona Kevana Zêrîn bi dawî bû. QAMISLO-DAWIKIRINA-KONFRINSE1 (2)

Di bin dirûşmeya ″Bi ruhê çanda resen em ê sîstema Îmraliyê birûxînin û jiyaneke azad bi Rêbertiyê re bijîn″ de yekemîn konferansa Tevgera Çandê ya Jinê (Kevana Zêrîn) li Bakurê Sûriyê hat lidarxistin.

Du roja duyem a konferansê de bi dehan Endamên Kevana Zêrîn li Bakurê Sûriyê amade bûn û rêziknameya wê hat xwendin.

Di berdewama roja duyem de rêziknameya Kevana Zêrîn a Bakurê Sûriyê hat diyarkirin û biryarên wekî ″divê her du salan konferansa Kevana Zêrîn li ser asta Sûriyê were lidarxistin, rêxistinkirina çalakiyên ji bo azadiya Ocalan, pêşxistina jinê di warê şanoyê de, organîzekirina semînerên li ser azadiya jinê (taybet li herêmên nû hatin rizgarkirin), guhertina dirûşmeya Kevana Zêrîn″ hatin girtin.QAMISLO-DAWIKIRINA-KONFRINSE1 (3)

Piştre Koordînasyona giştî ya jinên Kevana Zêrîn hat avakirin, da xebatên çanda jinê li herêmên Bakurê Sûriyê birêxistin bike.

Di dawiya konferansê de derbarê tecrîda li ser Ocalan de, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê wiha hat gotin: ″Bi ruhê çanda resen em ê sîstema Îmraliyê birûxînin û jiyaneke azad bi Rêbertiyê re bijîn. Em tecrîda li ser Ocalan û kiryarên dijminên mirovahiyê bi tundî şermezar dikin. Armanca Tirkiyê ji vê yekê şikandina vîna gelê Kurd û tevahî gelên herêmê ye. Em konferansa xwe diyarî jinên Bakurê Sûriyê, şehîdên azadiyê û Rêbertiyê dikin″. QAMISLO-DAWIKIRINA-KONFRINSE1 (1)

Di dawiya govend hat gerandin û berxwedana jinê hat silavkirin.

(mm)

ANHA