Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Konferansa Yekîtiya Rewşenbîran bi dawî bû

EFRÎN – Konferansa Yekîtiya Rewşenbîran bi girtina biryarên girîng ji bo pêşxistina civakê, bi dawî bû.EFRIN-DAWIKIRNA-KONFERNSA-DUYEMIN-YA-REWSENBIRA1 ‫(157221379)‬ ‫‬

Konferansa duyemîn a Yekîtiya Rewşenbîran li Kantona Efrînê hat lidarxistin. Piştî axaftinan, rapora salane hat xwendin û nîqaşkirin.

Di nîqaşan de hat destnîşankirin ku divê rewşenbîr bi pênûsa xwe têbikoşe û dengê şoreşê ji tevahî cîhanê re ragihîne.

Her wiha pêşînyar hat kirin ku mercên Endamtiya Yekîtiya Rewşenbîran bêne diyarkirin û nasnameyan Endamên Yekîtiyê bêne derxistin.EFRIN-DAWIKIRNA-KONFERNSA-DUYEMIN-YA-REWSENBIRA1 ‫(1)‬

Piştre rêziknameya Yekîtiyê hat xwendin û hin guhertin têde çêbûn wekî guhertina dirûşmeya Yekîtiyê, rûniştandina sîstema Hevserokatiyê.

Di dawiyê de jî planên pêşerojê yên wekî ″salane lidarxistina mihrîcana El-Kelîme, destpêkirina hemleya ″Em bixwînin″, organîzekirina sermîneran û çêkirina rûpeleke elektronîk a Yekîtiyê″ hatin diyarkirin. Her wiha Endamên Meclîsa Rêvebirina Yekîtiyê hatin hilbijartin.

(mm)

ANHA