Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Konfransa dada civakî roja înê tê lidarxistin

QAMIŞLO – Meclîsa Dada civakî ya Rojava amadekariya konfransa xwe ya yekem dike. Konfrans dê roja înê li ser asta Kantona Cizîrê bê lidarxistin.

Komîteya amadekar a konfransê amadekariyên lidarxistina konransa yekem a dada civakî bi dawî dike. Konfrans dê li ser asta Kantona Cizîrê di bin navê ″bi hêza civakê dadmendî armanca me ye″ di 13′ê Gulanê roja înê de li bajaroka Rimêlanê, bê lidarxistin.

Çavkaniyên ji komîta amadekar diyar kir ku endamên meclîsên dada civakî li bajarên Kantonên Rojava dê di konfransê de amade bibin. Di konfransê de dê mijarên wekî erêkirina sîstema dada civakî ya nû, bêne nîqaşkirin.

Xebatên konfransê dê di 13′ê Gulanê de li bajaroka Rimêlanê bi amadebûna endamên meclîsên dada civakî ji Katonên Cizîr, Kobanê û Efrînê, dest pê bike.

(mm)

ANHA