Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongre bi axaftinan didome

GIRKÊ LEGÊ– Kongreya7‘emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk ku li bajarokê Rimêlan tê lidarxistin bi axaftinan didome.

Kongreya 7‘emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşmeya ” Ji Rojavaya azad ber bi Federaliya Sûriyeyê Demokratîk ve” li li eywana civînan a Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li bajaroka Rimêlan a navçeya Girkê Legê ya herêma Cizîrê tê lidarxistin.

Di kongre de, nûnerên partiyên li Başûrê Kurdistanê wekî; sekirtêrê Partiya Yekîtiya Niştimaniya Demokratîk Xefûr Mexmûrî, endamê Buroya Siyasî ya Partiya Zehmetkêşanî Bêkes Qadir Mewlûd, Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Komunist a Kurdisatanê Rêber Mihemed Emîn, nûnerê Partiya Rizgar a Kurdistanê Hejar Mihemed Ezîz,  nûnerê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Welîd Mihemed Silêman û nûnerê Partiya Azad a Demokratîk ji bo Êzidiyên Şengalê.

Her wiha nûnerên KNK‘ê, Meclîsa Sûriyeye Demokratîk, Hevserokatiya Kantona Cizîrê, Heyet El-Tensîq, Şepêla Sibe ya Sûriye, Partiya Vîna Gelan, Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Partiya Muhafizkarên Demokratîk a Sûriyeye, Hevbendaiya Niştimaniya Demokratîk a Kurdistanê, Kombûna Çepgerên Kurd ên Demokratîk, MLKP‘ê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriye, Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Wefq a Demokratîk a Kurd li Sûriye, Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriye, Partiya Aştiya Demokarîk a Kurdistanê, Partiya Komunist a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Suryan, Partiya Kesk a Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin, Kongreya Star, Meclîsa Rûspiyan, Rêxistina Mafê Mirovan, Partiya Parastina Azadiyan, Rêxistina Demokratîk a Asur, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantonên Cizîrê, Kobanê, Girê Spî, Desteya Rêveber a Meclîsa Sivîl a Minbic û Gundewarên wê, Meclîsa Sivîl a Reqa û Meclîsa Jinên Sûriye.

Piştî axaftinên destpêkê, peyama pîrozbaniyê ya Koma Civaka Kurdisatanê ji bo Kongre ji aliyê Bedran Penaber ve hate xwendin.

Di peyama KCK‘ê de hate gotin: “Xeta netewa demokratîk a ku Federaliya Demokratîk li Bakurê Sûriyeye xurt dike misogeriya şoreşê ye, ji ber ku di şoreşa de xeta netewa demokratîk misogeriya serkeftina şoreşa Rojava ye û dê hêviyên gelê kurd ji bo azadiya pêk bîne.”

KCK‘ê berxwedaniya hêzên leşkerî yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de cih girtine silav kir û got ku rizgarkirina Reqayê serkeftina van hewldanan e. Her wiha girîngiya şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeye ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk destnîşan kir.

KCK‘ê di dawiya hêviya serkeftina kongre xweset û hêviya ku kongre biryarên girîng ji bo Sûriyeye û Rojhilata Navîn encam bigire, kir.

Parşê peyama KJK‘ê hate xwedin.

Di berdewama kongre de, Nulfer Koç bi navê KNK‘ê, Hevserokê Koantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê aAldar Xelîl, Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeye Mensûr El-Selûm, Hevseroka Meclîsa Sûriyeye Demokratîk Ilham Ehmed, Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd û li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Şêx Hisên El-Raşid axivîn.

Di axaftinan rola Partiya Yekîtiya Demokratîk di pêkanîna ewlekariya herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeye û pêşniyarên wê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeye bi rengekê aştiyane de gate kirin.

Kongre didome

(bb)

ANHA