Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Damezrêner a Jinên Sûriyê hate destpêkirin

MINBIC – Kongreya Demzrêner a Meclîsa Jinên Sûriyê bi amadebûna 150 delegeyî li bajarê Minbicê bi beşdarbûna jinên ji hemû pêkhateyan hate, destpêkirin.MINBIC-DESTPEKIRINA-KONGRE-JINAN-YE-SURYE1 ‫(146407938)‬ ‫‬

Bi dûrişmeya”Jina rêxistinkirî bingeha avakirina Sûriyeke nenavendî û demokratîk e”beriya niha bi çend kêliyan li eywana civînan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, hate destpêkirin.

Di kongreyê de, nûnerên jin ên hemû herêmên Sûriyê û Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif û Hevserokatiya Cizîrê Hîva Erebo, amade bûn.

Kongre bi rêzgirtin hate destpêkirin, paşê Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed axaftina vekirinê kir.

Kongre bi axaftina Îlham Ehmed dewam dike.

(kc)

ANHA