Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Damezrêner a Yekîtiya Werzîşê didome

MINBIC – Xebatên Kongreya Damezrêner a Yekîtiya Werzîşê bi axaftinan didome.

Kongreya Damezrêner a Yekîtiya Werzîşê li salona Meclîsa Zagonsaz a bajarê Minbicê, bi beşdariya ciwanên Bakurê Sûriyê, hate destpêkirin.

Piştî ku Rêveberê Yekîtiya Werzîşê Abdulqadir Şêx axivî û bi xêrhatina beşdaran kir, Endamê Desteya Siyasî ya MSD û nûnerê MSD`ê li bajarê Minbicê û gundewarên wê Cîhad Omer, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Farûq Maşî axivîn û rewşa siyasî li herêmê nirxandin. Her wiha di axaftinan de, projeyên ku ciwanan û bi taybet jina ciwan li Bakurê Sûriyê bi dest xistine, hate gotin.

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê Mihsin Casim, bi navê Meclîsa Ciwanên Sûriyê Yûsif Xilêwî di kongreyê de  axivin û spasiya kesên ku ji bo kongreyê xebitîne, kir.

Bi navê jinên Minbicê Meha Elî axivî û lidarxistina kongreya yekemîn a Werzîşê pîroz kir.

Meha di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:”Pêwîste jina ciwan di nava hemû saziyan de cihê xwe bigre û asta zanebûna xwe zêde bike”.

(bx/kc)

ANHA

FARUQ EL-MASI MEHA ELI YUSIF XLYUI CIHAD OMER