Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Star aboriya civakî pêş dixe

RÊNAS REMO

TIRBESPIYÊ – Kongreya Star rêxistinkirina xwe ya aborî fereh dike û koperatîfa berhemên şîr vekir.

Kongreya Star a bajarê Tirbespiyê koperatîfa berhemên şîr ava kir. Bi avakirina vê koperatîfê re koperatîfa xwedîkirina pez a li gundê Mizgeftê zêdetir çalak dibe. Koperatîfa berhemên şîr ji sê jinên taxa Ferdos dijîn, hatiye avakirin. Ew şîr ji koperatîfa xwedîkirina pez a li gundê Mizgeftê werdigirin. Ji wî şîrî mast, penîr û lorik çêdikin û difroşin şêniyên herêmê. Şêniyekî heman taxê bi koperatîfê re bû alîkar û dikana xwe ya ku nade bikaranîn, belaş da koperatîfê.

Şêniyên herêmê heyanî ku pêdiviya xwe ya mast û bi taybet penîr ji bo demsala zivistanê peyde dikirin, gelekî zehmetî dikşandin. Koperatîfa berhemên şîr piştî ku ji aliyê Kongreya Star ve hatiye vekirin, şênî bê navber berê xwe didin koperatîfê û pêdiviya xwe ya mast, lorik û penîr werdigrin.

Endama koperatîfa berhemên şîr Şukriya Ibrahîm ji ANHA`ê re axivî û got: ʺEm hêvî dikin ku hemû jin tevlî koperatîfan bibin û em bikarbin wiha pêdiviyên xwe pêkbînin.ʺ

Endama koperatîfê Nafîle Silêman jî anî ziman ku li herêma Tirbespiyê ev cara yekemîn ku koperatîfa berhemên şîr tê vekirin.

Endama koperatîfê Xedîce Hesen jî got ku ew ji sibehê ve şîr tînin, berhemên wê amade dikin û di saetên êvarê de difiroşin.

Xedîce hêvî kir ku li tevahî bajaran pirojeyên bi vî awayî werin avakirin û aboriya herêmê were geşkirin.

Koperatîfa berhemên şîr heyanî meha tîrmehê wê bixebitê û piştî ku sewal ziwa bibin ew ê projeyên nû bidin pêşiya xwe û koperatîfa xwe her zindî bihêlin.

(mm/dc)

ANHA