Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Star bi çalakiyên cûrbecûr sê tekoşer bibîr anîn

EFRÎN – Kongreya Star li herêma Efrînê bi boneya salvegera 5`emîn a şehadeta tekoşer Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez gelek çalakî lidar xistin.

Bilbilê

Kongreya Star li herêma Raco bi boneya salvegera 5`emîn a şehadeta hersê tekoşeran civînek lidar xist.EFRIN-SEMINER-U-SENEFIZYON-LI-SER-SEKINE-CANSIZ-2-620x364D

Civîn li salona Eştar a naveyê hate lidarxistin. Bi sedan şênî, endam û rêveberên Saziyên Sivîl û şervanên YPJ`ê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de yek ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Bilbilê Rûbarîn Nûr Heqî axivî û komkojiya Parîsê şermezar kir. Rûbarîn soz da ku wê tola şehîdên xwe rakin û wê hemû kamployan ku dixwazin îradeya jinê bişkînin vala derxînin.

Her wiha Rûbarîn li ser hersê tekoşerên ku ji bo azadiya jinê canê xwe feda kirin, axivî.

Rûbarîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman”Hersê tekoşer ji bo azadiya jinê bûne mînak.”

Rûbarîn di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan da.

Paşê sînevîziyon li ser jiyana her sê tekoşeran hate pêşandan.

Jinan di civînê de tekez kirin ku wê li ser rêya şehîdan bimeşin

Civîn bi dirûşmeyên şehîd namirin bidawî bû.EFRIN-SEMINER-U-SENEFIZYON-LI-SER-SEKINE-CANSIZ-1-300x169

EFRÎN

Li Efîrnê jî bi heman mijarê semînerk hate dayîn. Bi sedan şênî, nûnerên saziyên sivîl beşdarî semînerê bûn.

Semîner bi rêzgirtin destpê kir, paşê yek ji rêveberên Kongreya Star Zelal Xebat li ser tekoşîna her sê jinan Tevgera Azadiyê, axivî.

Paşê sînevîziyon li ser jiyan, tekoşîn û berxwedana her sê tekoşeran hate pêşandan.

Semîner bi dirûşmeyên bijî berxwedana jinê bidawî bû.

ŞEHBA

Yekîtiya Jina Azad li Şehbayê daxuyaniyek da.EFRIN-SEMINER-U-SENEFIZYON-LI-SER-SEKINE-CANSIZ-4-300x200

Endamên Mala Jin ên navçeya Ehres, Kefernaya, Fafîn, herêma Til Rifat û bi dehan jinên kantona Şehbayê beşdar bûn. Welatiyan ala Yekîtiya Jina Azad û wêniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekiribûn.

Daxuyanî ji aliyê Endama Mala Jin a navçeya Ehres Xensa EL-Kûsa ve hate xwendin.

(bx)

ANHA