Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Star bi hevserokên jin ên komînên Hesekê re civiya

HESEKÊ – Kongreya Star bi hevserokên jin ên komînan re civiyan û rola jinan a di rêveberiya komînan de şîrove kirin.

Kongreya Star bi hevserokên komînan ên di hilbijartinên 22’ê îlonê de hate lidarxistin re lidar xistin. Civîn bi beşarbûna hevserokên komînan ên jin li sala Silko hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Endama Kongreya Star Mîdya Mihemed axivî û erka nû li hevserokên komînan pîroz kir û got ku divê jin di rêveberiya komînan de erka xwe pêk bînin.HSK-VIVIN-JI-BO-ROLA-JINEN-KOMEN (2)

Mîdiya her wiha da zanîn ku piştî 5 hezar sal careke din hebûna xwe isbat kir û got ku jin îro bi saya fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hateiyr zizgarkirin û wiha dom kir: “Em ji vir berxwedana Ocalan sivlav dikin. Saya mezin di pêşketinên ku îro têne jiyankirin bi saya Ocalan û fikrê Neteweya Demokratîk pêk hatiye.”

Mîdiya bal kişandin se rola jinan di rêveberiya civakê de û wiha dom kir: “Jin di nava dîrokê de pêşengtî kiriye û niha jî dikare wê rolê bigire ser milê xwe û civakê birêve bibe.”

Civîn bi dirşmeyan û xelekên govendê bi dawî bû.

(dc)

ANHA