Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Star bi hevserokên komînan ên jin re civiya

EFRÎN-Ji 700 hevserokên komînan ên jin re erka û peywir hate şîrovekirin.EFRIN-CIVIN-JI-BO-JINEN-HEVSEROK (1)

Kongreya Star a herêma Efrînê bi dirûşmeya “Komîn bingeha rasteqîn a jina azad e” û bi beşdarbûna 700 hevserokên komînan ên jin civîneke li dar xist. Civîn li sala Şengel bi armana şîrovekirina erka hevserokên komînan hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Fîdan Hisên li ser girîngiya xebatên jinan di nav komînan de destnîşan kir û got: “Pêwîste jin hevgirtina xwe xûrt bikin, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esasa bigire, gerek li hember zihniyeta mêr bê deng nemîne û têkoşîna xwe berdewam bike.”

Fîdan Hisên anî ziman ku di encamên zihniyeta zilam de jin veguheribû alavekî ji bo pêkanîna perjewendiyên wan û got ku têkoşîna jinan a derketina ji vê çarçoveyê berdewam e.EFRIN-CIVIN-JI-BO-JINEN-HEVSEROK (2)

Rêvebera Kongreya Star Zelal Ceger jî bang li jinan kir ku ji jinên cîhanê re bibin mînak û wiha dom kir: “Divê jin di her demê de balder bin, û karibe her tiştî bike.”

Kordînasyona Giştî ya Kongreya Star Wehîd Xelî bejdarbûna jinên ereb ji bo hevserokatiya komînan pîroz kir û got: “Cudekarî di navbera pêkhateyan de tuneye, ji zihniyeta zilam û dewletê re bes e. daxwaza me wekhevî ye. Şoreşa Rojava bi jinê dest pê kir û wê bi jinê biserkeve.”

Piştî axaftinan koma Jinên Rojava ya girîdayî tevgera Kevana Zêrîn stranên şoreşgerî xwendin, her wiha koma Şehîd Perwîn dîlanên flklorî pêkêş kirin.

Di dawiya civînê de beşdaran govend gerandin.

(bb)

ANHA