Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Star bi hevserokên komînan re civiya

GIRKÊ LEGÊ– Kongreya Star bi armanca pêşxistina rola komînan û rêxistinkirina jinan, bi hevserokên jin ên komînên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer re civiya.

Civîn li salona sendîqaya karkeran a bajaroka Rimêlan bi beşdarbûna Hevserokên jin ên komînên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer lidarxistin.GIRKE_CIVINE_JINE_KOMINE (2)

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Endama Rêveber a Kongreya Star Fîdan Seydo axivî û bal kişand ser rola komînan di rêxistinkirina civakê de û da zanîn ku gelê Bakurê Sûriyê û bi taybet jinan xwe birxêstin kirin û destnîşan kir ku jinan rêxistinkirina komînan girtine ser xwe.

Fîdan Seyod di berdewama civînê de destnîşan kirin ku jinên kurd,ereb û jinên pêkhateyên din ên Bakurê Sûriyê karîbûn asta pêşxistin, rêxistin û zanebûnê di nava civakê de pêş bixin û got ku ev yek bi beşdarbûna jinan di nava komînan de baş diyar dibe.

Piştî axaftinê nîqaş hatin kirin û li nerînên hevserokên komînan hate guhdarkirin. Di dawiya civînê de bersiva pirsên hevserokên komînan hate dayîn.

(dc)

ANHA