Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Star çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Ocalan didomîne

EFRÎN – Rêxistina Kongreya Star di çarçoveya çalakiyên şeremzarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza diyarkirina rewşa wî ya ewlehî de belavok belav kirin.EFRIN-BELAVKIRINA-BIROSORAN-5

MABATA

Rêxistina Kongreya Star ku duh li navçeya Mabata ya girêdayî kantona Efrînê çalakiya girava birçîbûnê bi dawî kir. Îro 300 belavokên bi zimanê erebî girdayî armancên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga azadkirina wî li welatiyan belav kirin.

Derbarê mijarê de Koordînasyona Kongreya Star a navçeyê Xûna Mustefa got ” Çalakiyên me yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam in ta azad bibe.”EFRIN-BELAVKIRINA-BIROSORAN-4

ŞERA û MEYDANKÊ

Li Şera û Meydankê ji bi heman armancê belavokên têkildarî perspektîvên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê jin û Neteweya Demokratîk de û merheleyên jiyana jî hatin belavkirin.

ŞÊRAWA

Endamên Kongreya Star bi hevkariya endamên sazî û desteyan ên navçeya Şêrawa 500 belavok li welatiyan belav kirin.EFRIN-BELAVKIRINA-BIROSORAN-3

Di belavokan de  hevokên wekî” Ocalan di azadiya jin de û avakirina Neteweya Demokratîk. azadiya xwe dibîne, têkoşîna Ocalan wateyên xwe yên mezin hene û Ocalan hêviya hemû gelên bindest e” hatinbûn nivîsandin.

(bb)

ANHA