Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Star ji bo azadiya Ocalan çalakiya 3 rojan destpê kir

EFRÎN – Kongreya Stara ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwepêşandanek ku dê sê rojan dewam bike da destpêkirin.Di roja yekem a xwepêşandanê de axaftin û semînerên derbarê berxwedan û jiyana Ocalan de hatin pêşkêşkirin.EFRIN-DESPEKA-CALAKIYAN-JI-BO-AZADIYA-OCELAN ‫(134676998)‬ ‫‬

Kongreya Star li kantona Efrînê a herêma Efdaral a Efrînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwepêşandanek bi diurşmeya ʺAzadiya Rêber APO, azadiya tevahiya mirovahiyê yeʺ da destpêkirin. Xwepêşandana behsa mijarê dê sê rojan dewam bike. Konê xwepêşandanê li meydana şehîdan a li bajarê Efrînê hate vekirin. Konê çalakiyê bi Posterên Ocalan û şehîdên azadiyê, her wiha alên Kongreya Star, YPJ û TEV-DEMʹê hatiye xemilandin.

Di konê çalakiyê de her wiha pankartên bi nivîsên ʺŞoreşa Rojava şoreşa jinan eʺ, ʺAzadiya Rêber APO azadiya tevahiya mirovahiyê yeʺ, ʺJinên azad rêveberiya fedraliyê yeʺ û ʺEm bê dengiya CPT ya derbaêr rewşa Îmraliyê de şermezar dikinʺ hatin dalqandin.

Xebatên roja yekem a çalakiya Kongreya Star ku bi beşdarbûna şêniyên navçeyên Bilbilê, Şera û Raco pêk hat, bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Endama Rêveber a Kongreya Star Sureya Mustefa axivî û destpêkê de tecrîda giran ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin şermezar kir û got ku aramanca komploya ku li ser Ocalan hatiye ferizkirin li dijî gelê kurd pêk hatiye ûw iha dom kir: ʺBi komplo û tecrîda giran gelê kurd ji Rêbertiya wî qut kirin. Êdî gelê kurd ji pespektîfên Rêbertiya xwe qutbûye.Rêbertiyê bi hezaran insan perwede kirine û niha tevgera demokratîk a di herêmê de pêk tê bi fikir û felsefeya Ocalan dimeşe û destkeftiyan bi dest dixîne.ʺ

Di berdewama çalakiyê de Endama Rêveber a PYDʹê Îlham Hesen derbarê jiyana û tekoşîna Ocalan ji zarotiyê û heta niha û çawaniya pêkanîna kesayeta wî anî ziman. Ilham Hesen, her wiha bal kişand ser rola Dayîk Uwêş a di avakirina kesayeta Ocalan de.

Di dawiya roja yekem a çalakiyê de li ser jiyana Ocalan sînevizyonek hate pêşkêşkirin û gotinên Ocalan ên demên berê jî hatin guhdarkirin.

Dê xwepêşandan 3 rojan bê navber dewam bike, di roja duyemîn a çalakiyê de wê şêniyên Mabata, Şiyê,Cindirêsê û hêzên Asayîşê û Tirafîkê jî beşdar bibin.

(dc)

ANHA