Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Star ji bo azadiya Ocalan hemle da destpêkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Kongreya Star ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dûrişmeya” sonda me ye em ê pergala Îmralî parçe bikin  bi Rêber APO re azad bijîn”dest bi hemleyekê kir.

Têkildarî salvegera 19`emîn a destpêkirina komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha  ye:

“Di destpêkê de em dixwazin vê roja ku tu car ji bîra gelê Kurd neçûye bi bîr bînin û şermezar bikin. 19`emîn salvegera komploya navnetewî ya ku li hemberî Rêberê me Abdullah Ocelan hatibû sazkirin, çawa ku di roja yekê de dil û mejiyê me qebûl nekir û ranekir, niha jî û wê tu carî jî qebûl neke û ranake. Bi salan e gelê kurd bi çalakiyan bersiva pêwîst dide.

Weke  Kongreya Star em dixwazin ji komplogeran re  bêjin, armanca we ya komplo bi ser neket û ew ê bi sernekeve jî. Tenê em van pêşketinên ku di van pênc salên dawî bi şoreşa Rojava re hatiye pêkanîn bi destbigrin îsbat dike ku armancên we yê sereke di sazkirina vê komployê de bi serneketiye.

Armanca komlpogeran ew bû ku di şexsê Rêberê me de vîna gelê Kurd binpê bikin û hebûna wî ji holê rabikin. Her wiha dixwastin bi dîlgirtina Rêberê me fikra azad a ku komploger ji xwe re xeter dibînin bi dawî bikin û rê li pêşiya wê bigrin. Lê we jî dît ku gelê kurd bi jin, ciwan û zarokên xwe ve jî isbat kiriye ku felsefeya Rêber APO himêz dike û îro di jiyana xwe de vê neqiş dike. Ne tenê gelê Kurd, tevayî gelên azadîxwaz li dora vê felsefeyê kom dibe û mînaka vê jî li ser rûyê erdê di Rojavayê kurdistanê de pêk tê.

Ji ber vê yekê jî ne şaş e ku em bêjin Rêber APO îro bûye Rêberê gelan, fikra azad çawa ku we nikarîbûye bi komplo tune bikin, em dîlgirtina Rêber APO û tecrîda girankirî ya ku di aliyê fîzîkî de jî tê pêkanîn qebûl nakin û em ê ji bo vê herdem di nava çalakiyan de bin.  Weke Jin jî em bi felsefeya Rêber APO bawer dikin, dizanin ku ji bo jiyaneke azad tu rêk ji bilî rêka ku Rêber APO ji bo jina azad û civaka azad xêz kiriye tune ye û bi feraseta ku Rêber APO dibêje “Eger jin azad nebe civak azad nabe” esas digrin. Ji lewma em îro vê riyê dişopînin û xwe bêtir birêxistin dikin.

Em careke din ji bo xelasiya Rêber APO soza xwe ya bilindkirina têkoşînê didin û hemleya bi navê( sonda me ye em ê pergala Îmralî parçe bikin  bi Rêber APO re azad bijîn) destpê dikin û bang li rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya azadîxwez û demokrat dikin  ku bi yek dengî tecrîda li ser Rêber APO bi dawî bikin û bi hev re têkevin nava tevgerê.

Careke din vê komploya navnetewî şermezar û lanet dikin û dibêjin:

Bê serok jiyan nabe

An azadî an azadî

An serkertin an serkeftin

Bimre komplo bijî biratî û wekheviya gelan û civakan.”

(kc)