Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Star li Helebê dest bi civînên danesîna Roja 25`ê Mijdarê kir

Dîmen

Dîmen: https://youtu.be/CYvix39TnuM

HELEB – Kongreya Star yekemîn civîna danesîna Roja Cîhanê ya Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê ji jinên taxên rojhilat ên Helebê re lidar xist. Bi heman armancê kongreyê du civîn li taxa Şêxmeqsûd organîze, kirin. HLB-CIVIN-DERBARI-ROJA-SEDETA-LI-SER-JINE1 (1)

Bi nêzikbûna Roja Cîhanê ya Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê(25`ê Mijdarê), Kongreya Star li bajarê Helebê dest bi civînên ji bo danesîna Roja 25`ê Mijdarê, kirin. Di vê çarçoveyê de, yekemîn civîna danesîna Roja 25`ê Mijdarê li taxa rojhilat a Helebê Hulok Foqanî, hate lidarxistin. Herwiha, bi heman armancê du civîn li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, hate lidarxistin.

Cihên her sê civînan, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û ala Kongreya Star hatibûn xemlandin. Her wiha di her sê civînan de, bi dehan jinên Ereb, Kurd û Turkmen, amade bûn.

Civîna ku taxa Hulok Foqanî li navenda Weqfa Jinê ya Perwerdeyê hate lidarxistin, bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê, ji rêveberên PYD`ê Roşîn Mûsa derbarê rêbazên şideta li dijî jinê di civakê de û bandora zihniyeta desthildariyê di civakê de, anî ziman. Roşîn got ku şideta li dijî jinê ne tenê di aliyê fîzikî û nefsî de ye, di heman demê de, paşguhkirina mafên jinê di nava civakê de ye.

Roşîn got ku pêwîst e jin xwedî îradeyeke bi xurt be û xwe ji hemû kevneşopiyên civakê rizgar bike. Paşê, Roşîn Roja 25`ê Mijdarê û bûyerên ku wê demê rû dan, vegot.

Piştî axaftina Roşîn, deriyê nîqaşê hate vekirin û pirsgirêkên jinan di civakê de û taybet zewaca bi temenê biçûk û pirsgirêkên ku rû didin, hatin nîqaşkirin.

Şêxmeqsûd

Li taxa Şêxmeqsûd jî du civîn hatin organîzekirin. Civîna yekemîn li komîna  şehîd Zîlan û ya  duyemîn jî li komîna şehîd Perwîn, hatin  lidarxistin.HLB-CIVIN-DERBARI-ROJA-SEDETA-LI-SER-JINE1 (2)

Herdu civîn, bi bîranîna cangoriyên azadiyê hatin destpêkirin. Paşê, rêveberiyên Kongreya Star Roja 25`ê Mijdar vegotin. Paşê, rêveberan bal kişand ser jinên Êzidî ku li ser destê çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û gelek ji wan jî hatin rivandin û destdirêjî li wan hate kirin.

Her wiha rêveberan, gotin ku derxistina zagonên taybet ên jinan, da ku jin xwe rizgar bike û mafê xwe nas bike.

Her du civîn bi dûrişmeyên daxwaza azadiyê jinê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Tê payîn ku civînên danesîna Roja 25`ê Mijdarê li Helebê, wê dewam bikin.

(kc)

ANHA