Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Star li Lubnanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir

Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Kongreya Star a Lubnanê,  poltîkayên  qirêj  ên  dewleta Tirk  li dijî  gelê kurd û  Rêberê  wî, şermezar kir.LIBNAN-DAXUYANIYA-KONGRA-STAR1 ‫(157745665)‬ ‫‬

Kongreya Star bi daxuyaniyekê bêdengbûna navneteweyî ya derbarê gavên  li dijî Rêberê Gelê Kurd û  tecrîda li ser wî, şermezar kir.

Daxuyanî  ji  aliyê Endama Kongreyê, Cîhan Qerh  Hesen ve hate xwendin. Daxuyanî li Navenda Weqfa  Newroz bi beşdarbûna  endamên kongreyê, ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku komploya  ku  di kesayeta  Rêber Abdullah  Ocalan de pêk hat, li dijî dîrok  û çanda gelê kurd e û ev nirxandin hate kirin: ʺHemû komplo, lîstokên qirêj û planên nû,  roj bi  roj li heemberî berxwedana   mezin   a Rêber APO têk  diçin.ʺLIBNAN-DAXUYANIYA-KONGRA-STAR1 ‫(1)‬ ‫‬

Kongreya Star di berdewama daxuyaniya xwe de anî ziman ku  tevî ku hêzên komploger an jî Modernîteya  Kapîtalîst komplo  bi rêve dibirin,  xwe dikirin ku di komployê de bi serkeftin û got ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi fikrê xwe rastiya hemû planên wan  eşkere kir.ʺ

Kongreya  Star  di  dawiya  daxuyaniya xwe de,êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk  ên li dijî gelê kurd û  Rêberî wî bi tundî şermezar  kir  û ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên  mirovan xwestin ku fişarê  li  dewleta Tirk  bikin  da ku Ocalan  bi awayekî lezgin serbes berdin.

Di dawiyê de, jinan  dûrişmeyên xwestina azadiya Ocalan bi dawî bû.

(kc)

ANHA