Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Star: Newroza Îsal dê bibe Newroza azadiya Rêber APO

QAMIŞLO– Kordînasyona Kongreya Star Cejna Newrozê li tevahiya Gelê Rojhilata Navîn pîroz kir û got ku dê Newroza 2017ʹan bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan.

Kordînasyona Kongreya Star têkildarî cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand û cejana Newrozê li tevahiya gelê kurd û gelê Rojahilata Navîn pîroz kir.

Daxuyanî wihaye:

“Di serî de em Cejna Newrozê li mîmarê azadiyê Rêber APO pîroz dikin. Her wiha li tekoşerên azadiyê yên ku di çeperên pêş de li dijî zihniyeta faşîst tekoşînê didin meşandin em pîroz dikin, di kesayeta şehîdê mezin Mazlûm Doxan de hemû şehîdên tevgera azadiyê birêzdarî bibîr tînin. Newroza azadiyê biratiyê hevgirtinê li tevahî gelê Kurd û gelênRojhilataNavîn pîroz dikin.

Bi destpêkirina tekoşîna PKKʹê a di sala 1970ʹyî de ku hateavakirin, bingehê ji nû ve rexistinbûna gelê Kurd li dijî sîstema desthilatdariya faşîst, pêngaveke girîng e.   Ji bo gelê Kurd ev pêvajo wek pêvajoya şikandina çemberên koletiyê ya ku bi darê zorê li ser gel hatiye ferz kirin, mirov dikarepênase bike. Diber xwe damazîndana Amedê de  çirûskên agirê Newrozê careke din bi pêşengiya çalakvan û Şêhidêmê mezin  MazlûmDoxan hate pêşxistin. Çirûska agirê Newrozê li her perçênKurdisatnê belavbû, û bi agirê Zekiya Alkan, Ronahî û Bêrîvanan  asta tekoşîn aazadiyê gihşte zîrvê.

Rêber APO jî cejina newrozê wek roja azadiyê ji bo gelê kurd pênase dike. Sala 2017’an de  ji her demê zedetir em nezî azdiyê ne, li Bakurê Kurdistanê êrişa hovane ya dewletaTirk li ser tevgera azadiyê nefesa xwe ya dawiyê dide û distîne. Hemû êrişên tên kirin bersîva xwe digrin û her roj dewleta dagirker ber bi lewaziyê ve diçe. Em di wê baweriyê de ne ku Newroza îsal wê bibe newroza azadiya Rêber APO,  hevgirtin û biratiya gelan.

Weke têzanîn li Rojavayê Kurdistanê şoreş bi hemû leza xwe dewam dike û êdî em gihiştine pêvajoya herî nêz a azadiyê. Encama tekoşîna Rojavayê Kurdistanê ya bilindkirina  Federasiyona Demokratik ya Bakurê Suriyayê gihiştiye zîrve. Bê guman em nikarin dest keftiyên niha ji tekoşîna çil salî dawiye qut bikin. Bingehê serkeftinên vê pêvajoyê, bi saya  şehîdên mîna Heqî ,Kemal û Mazlûm, Berîtan û Sarayan ve hatiye misogerkirin.

Lê dijminê faşîst û dagirker xwe li destkeftiyên gelê Kurd ranagire, wekî tê zanîn êrişên dewletaTirk li ser Rojavayê Kurdistanê û vê dawiyê jî, li ser Şengalê bi hevkariya PDK’ê bi armanca astengkirina pêşdeçûna Tevgera Azadiyê hat pêşxistin. Lê bersiva herî radîkal ji aliyê gel ve hate dayîn, bi vê yekê xuya dike ku şoreşa gel her diçe mezin û bihêz dibe, yên ku têk biçin hêzên êrîşkar in.

Em wek Kongira Star careke din Newrozê li afrînerên wê rojê û tevahiya gelê berxwedêr pîroz dikin.

Wê Newroza 2017  bibe Newroza azadiya Rêber APO û tevahî gelênRojhilataNavîn.ʺ