Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Star serdana rêxistinên jinan dike

Dîmen

QAMIŞLO – Endamên Komîteya Têkîliyên Dîplomatîk a Kongreya Star û PYD′ê serdana Buroya Jinê ya Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê kirin û banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî kirin.

Endama Rêveberiya Buroya Têkîliyan a Kongreya Star Firyal Hesen, Endama Rêveberiya Buroya Têkîliyên Dîplomatîk ya PYD′ê Perwîn Mihdî, Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Cizîrê Henîfe Mihemed, serdana Buroya Jinê ya Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê kirin û ji aliyê berpirsa Buroya Ragihandinê ya Partiyê ve Sîham Ebdî û Endama Ciwanan Xanim Elî ve, hatin pêşwazîkirin.

Herdû alî li hev civiyan derbarê girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî, yekîtiya Kurdan a li dijî êrîşên dijminên Kurdan, anîn ziman. Her wiha bal kişandin ser girîngiya xurtkirina têkîliyên di navbera wan de.

Dê Komîteya Têkîliyên Dîplomatîk a Kongreya Star serdana rêxistinên jinan di partiyên siyasî yên Kantona Cizîrê de, bidomîne.

(mm)

ANHA