Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Star serhildana gelê Îranê pîroz kir

KOBANÊ – Kongreya Star a Kantona Kobanê serhildana gelê Îranê ya li dijî zulm û zordestiyê, pîroz kir.

Daxuyanî li qada Jina Azad bi beşdariya nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Endamên saziyên sivîl û Kongreya Star hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

″Em serhildana gelê Îranê ya li dijî zihniyeta desthilatdar û dîktator pîroz dikin. Ev demeke dirêje rêjîma Îranê siysaetên tundî, binçavkirin û bidarvekirina siyasetmedaran pêk danîn da tirsê di nava gel de belav bikin. Her wiha siyaseta birçîkirinê li dijî gel didan meşandin.

Li hember van polîtîkayên rêjîmê, gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Faris, Belûş, Lor û Ezbî serî hildan.

Di vê serhildanê de jin roleke girîng dilîze û doza guhertina sîstema rêvebirinê dike. Divê rêjîm bizanibe ku dema guhertinê hatiye. Şoreşa ku li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê gur dibe, bingeha xwe ji şoreşa Rojava digirin.

Wek Tevgera Jinê ya Kantona Kobanê, em amade ne li dijî zulm û zordestiyê, piştgiriya tevahî gelan bikin. Careke din em serhildana gelê Îranê pîroz dikin, sersaxiyê ji malbatên şehîdan û selametiya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Bijî şoreşa Îranê…Bijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Oalan.″

(mm)

ANHA