Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Star: Wê komplo vala derkeve

NAVENAD NÛÇEYAN – Koordînasyona Kongra Star komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û gotʺ Ji bo vala derxistina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê em li ku dibin bila bibin, li her cihî  em biqîrin û bêjin ku wê komplo vala derkeve.ʺ

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera 19`emîn a komlploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ku bi dîlgirtina Rêber APO di Îmraliyê de bi encam bûye, di salvegera wê ya 19’emîn de em bi hêrseke mezin şermezar dikin û hêzên komploger lanet dikin. Em şehîdên xwe yên ku li hemberî rastiya komployê bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ xwe li derdora Rêbertiya me kirin xelekek ji agir bi rêzdarî û deyindarî bibîr tînin.”

Têkoşîna me ya azadiyê ku bi zehmetiyên pir mezin hatiye dayîn, di roja me ya îro de gihiştiye qonaxeke pir giring. Gihandina vê qonaxê bi bedelên mezin ve çêbûye. Di roja me ya îro de derfet û firsendên ku hatine bi destxistin ji bo ku em wan bizîvirînin destkeftiyên mayinde pêwîste têkoşîna ku hatiye dayin bi asteke hemlewarî em bilind bikin. Tevgera me ya azadiyê bi têkoşîna ku ev 19 salên dawî li hemberî  ermancên tesfiyekirinê yê komplogerên navnetewî  pêşxistiye de, li pêşiya hêviyên wan ên qirêj bûye asteng û tevgera me ji aliyê çawanî û hejmarî ve jî xwe mezin kiriye. Lê ji bo ku komplo bi temamî were binxistin û em bighêjin encameke teqez, niha dema berxwedaniyeke hemlewariye. Di navenda vê berxwedaniyê de armanca azadkirina Rêber APO û înşakirina jiyana azad heye. Jixwe şert û mercên gihandina vê armancê jî, ji her demê zêdetir sitewiyaye.

Modernîteya kapîtalîst ji bo ku binkeftina xwe ya li hemberî têkoşîna me ya azadiyê  binixwimîne, bi tune hesibandina serkeftinên ku jinan û gelan di Bakurê Sûriyê de bi destxistine, bi riya dagirkeran û komkujiyan ve hewl didin ku tune bikin. Em weke jinên Rojava û Bakurê Suriyeyê bi naskirina vî rûyê faşîst û pêşxistina têkoşînê li hemberî wê, me serkeftinên azadiyê bi destxistiye. Bi hewildayîna faşîzima Tirk û hovîtiya DAIŞ`ê ya dagirkirina Efrîn re komploya navnetewî berdewam dike. Em weke Kongira Star sekna me ya li hemberî vê komployê ji her demê bêtir zelal e. Esareta Rêbertiya xwe ji roja yekê û heya niha me qet qebûl nekiriye û em qebûl nakin jî. Em jinên ku me ji felsefeya Rêbertî para xwe girtiye, em careke din îlan dikin ku em li derdora azadiyê kilît bûne û em ê bibin agirê ku qet venamire li derdora Rêbertiya xwe. Li hemberî vê komploya bi lanet yekane riya ku wê vala derxe bi rêxistinbûyîn, zanebûyîn û bi hêzkirina parastina cewherî ve em ê bersiv bidin.

Di Efrînê de bi jin û gelê ku bi rûmeta xwe li berxwe dide ve û bi civaka ku li derdora vê berxwedaniyê xwe bi rêxistin kiriye ve, ji her demê bêtir em bi wêrek û vîn in. Ji bo vala derxistina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê em li ku dibin bila bibin, li her cihî  em biqîrin û bêjin ku wê komplo vala derkeve. Bi berxwedaniya serdemê ya Efrînê ve em komplo li bin guhê erdê bixin. Em weke Kongra Star bangî tevayî jinan dikin ku li hemberî vê komploya bi lanet bi rêxistinbûyîn, têkoşîn û sekna bi biryar em bidin nîşandan.”

(kc)