Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Sûriya Demokratîk didome

DÊRÎK- Dîwana Kongreya Suryaya Demokratîk hat hilbijartin û Kongre bi axaftinên beşdaran didome.

Piştî axaftina vekirinê ya Kongreya Sûriya Demokratîk ku ji aliyê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso ve û axaftina Komîteya Amadekar a ku ji aliyê endamê komîteyê Aldar Xelîl ve hatin kirin, karûbarên Kongreya Suryaya Demokratîk bi derxistina dîwanekî rêvebirina xebatên kongreyê, dom kir.

Ji bo dîwana Kongreyê 7 kes (Endama Rêveberiya TEV-DEM`ê Îlham Ehmed, Sekreterê Pariya Demokratîk a Kurdî Li Suryayê Nesredîn Îbrahîm, Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk li Suryayê Elai El-Dîn Xalid, Endama Buroya Jinên Ereb Xensai El-Hemûd, Endamê Rêxistina Ehida Rumet û Mafnasiyê Betar El Şeri, Endamê Kongreya Qahîreyê Salih Nebwanî û Sekreteyê Partiya Çep a Kurdî Li Suryayê Mehmed Musa ), hatin hilbijartin.

Karûbarên kongreyê piştî hilbijartina dîwanê, bi axaftinên beşdaran didome.

(ne/dm)

ANHA