Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kongreya Tenduristiyê ya Zergan dê bê lidarxistin

ZIRGAN – Komîteya Amadekar a Kongreya Tenduristiyê ya ku dê li bajarokê Zergan bê lidarxistin, roja 5’ê sibatê weke roja lidarxistina kongreyê diyar kir.

Komîteya amadekar a lidarxstina kongreyeke tenduristiyê ya bajarokê Zergan ê Serêkaniyê îro li Mala Gel a bajarok li hev civiya û roja 5’ê sibatê weke roja lidarxistina kongreyê eşkere kir.

Civîna komîteyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Zekî Bakur axivî û xalên ku divê di kongreyê de bên nîqaşkirin rêz kirin. Di axaftina xwe de Bakur got ku divê xebatkarên tenduristiyê bi erka ku dikeve ser malê wan rabin û baş bi cih bînin.

ZIRGAN-DEMA-KONGIRA-TENDURISTIYE-HATE-DIYARKIRIN-1

Hêjayî gotinê ye, Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê di 30’ê Kanûna 2015’an de civînek ji xebatkarên tenduristiyê yên bajarokê Zergan re lidarxistibû û komîteya amadekar, di  wir de hatibû avakirin.

(ne)

ANHA