Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Konserya Ewlekariyê li hemberî şerê Bexta û Başûr nerehetiya xwe anî ziman

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Konseya Ewlekariyê ya navdewletî derbare şerê di navbera Hêzên Iraqê û pêşmergeyên Başûr de metirsiyên xwe anîn ziman.

Balyozxaneyê Frensî yê li Netewên Yekbûyî Franso Dolatir derbarê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Endamên Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî derbare zêdebûna şer û tundiya di navbera Hêzên Federal ê Iraqê û Pêşmergeyên Kurd, metirsiyên xwe anîn zimanʺ.

Endamên konseyê bang li hemû aliyan kirin ku bes gef li hevdû bixwin û li dijî hevdû şer bikin. Her wiha bang li wan kir ku ji bo yekîtiya Iraqê bi hev re têkevin nava danûstandine.

Her wiha Dolatir anî ziman ku Hikûmeta Fedral a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê anîbûn ziman ku wê destbi danûstandine bikin û got:ʺKonseya Ewlekariyê daxwaz dike ku bi lez wextekî ji bo van danûstandinan diyar bikeʺ.

Endamên Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî destnîşan kir ku divê hîn zêdetir li ser têkbirina DAIŞ were seknandin.

(np)