Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koordînasyona Jin a Rojava şehîdên komkujiya Helebçe bi bîr anî

QAMIŞLO – Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava bi boneya 29‘emîn salvegera komkujiya Helebçayê hemû şehîdên komkujiyê bi bîr anî û got: “Em nahêlin komkujiyeke din derheqê jinên Şengalê pêk were.QAMISLO-DAXUYANIYA-KORDINASIYONA-JINEN-REVEBERIYA-XWSER1

Koordînsayona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a her sê Kantonê Rojava, bi boneya salvegera kîmyabarana Helebçeayê daxuyaniyeke dane raya giştî. Di daxuyaniyê de soza mezinkirina têkoşînê û şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi navê Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk a hersê kantonan, em êrîşên ne mirovî yên ku çeteyên PDK‘ê û AKP‘ê li ser birayên me yên Şengalê pêk tînin, şermezar dikin. Hovîtiya van êrîşan heta roja me ya îro dijwartir dibe. Di encamê de hejmareke sivîl û şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê şehîd bûn û di nav de du rojnamevan dema dixwestin dengê rastiyê ji raya giştî re ragihînin jî di nav de bi dehan sivîl birîdar bûn.

Mixabin, dewleta Tirk û Hikûmeta Barzanî ji bo bêdengkirina dengê rastiyê û parastina desthilatdariya xwe her tim di nava hewldanan de ne, mebesta wan ew e ku dîroka tijî îxanet nûjen bike.

Di heman demê de ku gelên Êzidîxanê hewl dide sîstema rêveberiya xweser ava bike û hewldanên kurdan ji bo çareserkirina doza kurdî çêdibin. Em dibînin çawa çeteyên PDK, AKP siyasetên xwe yên dijminahiya bi sivîlan re didomîne, di van siyasetan de Pêşmergeyên Rojava yên ser bi MIT a Tirkiyê ve bi kar tînin.

Em dikarin bêjin ku ev êrîş berdewama êrîşên 3‘ê Tebaxa 2014‘an ên çeteyên DAIŞ‘ê ye. Çeteyên DAIŞ‘ê jinên Êzidî hedef girtin û kirin qurbanî. Îro çeteyên PDK û AKP‘ê di kesayeta Nazê Nayif de, vîna jinê hedef digire. Li Rojava jin pêşengiya şoreşê dike, di her aliyan de serkeftinên mezin bi dest dixin.

Li ser vê yekê. Em bang li civaka navnetewî û hemû rêxisitinên jinan, bi taybet jinên Başûrê Kurdistanê dikin, da ku sînorekî ji kiryarên ne mirovî deynin. Em tekez dikin ku em destur nadin ku komkujiyeke din derheqê jinên Şengalê pêk were. Me soz daye jinên esîr ku em ê têkoşîna xwe ya rizgarkirina wan bibomînin û soza şopandina xeta şehîdan didin.”

(bb/dc)

ANHA