Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk helwesta xwe ji Sochi diyar dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyê derbarê civîna Sochi de got ku Rûsiya li aliyekî rê daye ku Tirkiyê bi hemû cûreyên çekan êrîşî Efrînê bike û ji aliyekî din xwe wekî sponserê çareseriyê nîşan dide û amadekariya civîna Sochi dike.

Daxuyaniya Koordînasyona RÊveberiya Xweser a Demokratîk a Bakurê sûriyê derbarê civîna Sochi wiha ye:

“Gelê me yê Bakurê Sûriyê her dem ne li derveyî hewldanên çareseriyê ku di riyên siyasî pêk dihatin, bû. Hewldanên ku ji bo avakirina zemîn û bingeha ber bi çareseriya niştmanî, me şerê terorê kir û piştgiriya me ya ji hewldanên çareseriyê re bi baweriya me ya ber bi çareseriya hemû aloziya Sûriyê pêk tê. Tevlî em di hemû aliyan de li gorî xizmeta gelê Sûriyê tevdigerin, lê her deme m dihatin dûrxistin û em wekî ku têkiliya me bi rewşa Sûriyê re nine nîşan didan. Ev  yek di dema ku gelê me pêşngiya her demê de bû û erka xwe ya ber bi çareseriyê pêk tanî û berpirsyariyên girêdayî ber bi çareseriyê da ku çareserî li gorî hemû gelê Sûriyê be pêk tannin. Em her dem amade bûn ji bo xebatên çareseriyê gavan bavêjin. Di heman demê de ji bo tunekirina terorê bi awayekî xurt.

Dûrxistina me valtiyek di xebatên aliyên bi navkok derxist. Îro û bi awayekî vekirî û tevlî ku me got em amadene beşdarî Civîna Sochi bibin ku tê payîn dawiya vê mehê li Rûsiya were lidarxistin, gelê me rastî êrîşên hovane ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tê. Îro teroristan ji bo pêkanîna dijminatiya xwe ya bi gelê me  û tevahî Gelê Sûriê re bikar tîne. Bi israr dixwaze mijarê bike siyasî, bi erêkirina Rûsiya ku li ser pêkanîna civîna Sochi disekine êrîşî gelê me dike. Ji xwe ev rê dayîna dewleta Tirk li dijî cewherê Switçî û cidiyeta wê ya ber bi pêkanîna çareseriyê ye. Nabe dewletek sponseriya civîna ku hemû gelê Sûriyê tê de beşdarin bike û di heman demê de şerê aliyekî li dijî aliyekî qebûl  bike. Ji xwe yên beşdarî civînê bibe aliyekî wî şerî ne.

Li vir rastî û cidiyet di civîna wan û peydamên wan ên vexwendinê namîne. Li vir nerîn û texmînên ên wê bicivin derdikeve. Ne mumkine riya çareseriyê were dîtin û gelê sûriyê bi balafiran li Efrînê tê bombebarankirin. Zarokên sivîl şehîd dibin û heta niha civaka navdewletî ne ketiye tevgerê. Helwesta Rûsya ya piştgiriya êrîşa dewleta Tirk dike isbat dike ku çareseriya siyasî di xeteriyê de ye û zimanê leşkerî hîn jî di nerîna wan de ye. Ev di Sochi jî de diyar e, ew ê jî wekî civîn û kongreyên beriya wê ku bi heman nerîn û fikiraninê hatin lidarxistin be.  Razîkirina Tirkiyê ku ew bi xwe li dijî hewldanên aştiyane ku berjewendiyên gelê Sûriyê pêk tîne ye, Vê riyên aştiyane bi awayekî bandor kiriye. Ev êdî ij hemû aliyan re diyar bû. Di heman demê de dûrxistin û ne beşdarbûna aliyekî Sûriyê ku bandora wî heye bandora neyînî dike. Sochi ne dûrî helwesta Rûsiyaye û bandore lê dike.

Em wekî Rêveberiya siyasî ya Bakruê Sûriyê tekez dikin ku em wekî aliyekî çarseriyê amadene berpirsyariyên xwe yên netewî pêk bînin û em qebûl nakin ku bi tu awayî nêzî rola me û bandora wê ya heyî bi awayê leşkerî were kirin, danîna şertan jî di heman astê de ye. Baweriya me bi çareseriya siyasî tê û em piştgiriya wê bê destwerdana dewletên wekî Tirkiyê dikin. Em ji Rûsiya dikin ku bi awayekî dûalî nêzî mijaran nebe, ji aliyekî bi awayekî vekirî piştgiriya dewleaty Tirk dike û rê dayê wan bi balafiran û hemû cûreyên çekan êrîşî beşek ji gelê Sûriê bie, di heman demê de îda dike ku ew di nava hewldanên çareseriyê de ye.

Gelê kurd û ereb, her wiha êzîdî, xiristyan û elewî li Efrînê rastî şerê tunekirinê hatine. Gelê me yê Efrînê bûye qurbana lihevkirinên wan ên siyasî, diyar dikin ku armanca wan berjewendiya gelê Sûriyê ye, lê wan beşek ji gelê SÛriyê kiriye qurban da ku karibin çareseriyê pêk bînin.Ev yek rê li ber wê yekê vedike ku tu riyên çareseriyê nabînin. Heger tiştek bû jî wê li ser gel hatibe ferizkirin û dûrî rastiya li ser meydanê heyî be, ev yek jî zimanê berjewendiyan tîne bîra mirov.

(dc)