Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koordînesyona Jinê bi rêveberên Kongreya Star re civiya

TIL BIRAK – Koordînesyona Jinê ya  herêma Cizîrê, bi rêveberên Kongreya Star ên gelek navçeyên herêmê re civiya.TIL BERAK-CIVINA-KONGRA-STAR1 (2)

Di civîna ku li navçeya  Til Birak hate lidarxistin de, Berdevka Fermî ya Kordînesyona Jinê ya herêma Cizîrê Welîde Botî û rêveberên Kogreya Star ên navçeyên Til Hemîs, Hol, Til Birak, Til Koçer, Çilaxa û Şedadê, amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê, Welîde Botî axivî û pêvajoyên ku Kongreya Star têre derbas bûye, ta roja îro anî ziman.

Welîde wiha axaftina xwe dewam kir:”Jin li Rojava û Bakurê Sûriyê cihê xwe di her sazî de girt û rex mêr kar da meşandin. Bi pêşketinên şoreşê re û têkoşînê jin, êdî rêxistinên jinên Ereb, Êzidî, Kurd û Suryan hatin avakirin.”TIL BERAK-CIVINA-KONGRA-STAR1 (3)

Welîde Botî di dawiya axaftina xwe de, destnîşan kir ku jinê bi têkoşîna xwe dikaribû li ser maseyên danûstandinê bicive û pirsgirêkên herêmê di aliyê siyasî de çareser bike.

Di dawiya civînê de, jinan derbarê pirsgirêkên ku li pêşberî navendên Kongreya Star li navçeyên herêma Cizîrê derdikevin û çareserkirina wan, nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

(kc)

ANHA