Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koperatîfa xwedîkirina mirîşkan wê salane  72 hezar mirîşkan mezin bike

AZAD SEFO

HESEKE- Bi koperatîfa xwedîkirina mirîşkan re wê herêma Cizîrê bixwe pêdiviya xwe ya mirîşkan pêkbîne û salana 72 hezar mirîşkan mezin bikin.

Salane pêdiviya herêma Cizîrê bi 20 hezar ton mirîşkên sax û 3 hezar ton mirîşkên cemidî heye. Herêma Cizîrî ji xaneyên mirîşkan ên herêmî yan ji herêmê Sûriyê yên dîtir ev pêdiviya xwe pêktanîn. Piştî ku gurûpên çeteyan rê girtin û riya di navbera herêman de qut bû, êdî berhema xaneyên mirîşkan kêm bû. Her wiha girtina deriyên di navbera Rojava û Başûr û Bakurê Kurdistanê jî bandor li vê yekê kir. Êdî ka, derman û alavên xwedîkirina mirîşkan nedihatin peyde kirin û ev bû sedema ku mirîşk li bazarê buha werin firotin.HSK_PROJEYA_MEZENKIRINA_MIRISKA (2)

Aliyên têkildar ên herêmê û komîteyên aborî bi salan xwestin li ser gorî derfetên xwe yên herêmî vê meseleyê çareser bikin.

Projeya xwedîkirina mirîşkan

Li Kantona Heseke koperatîfa xwedîkirina mirîşkan hat avakirin û 516 kes tevlî vê koperatîfê bûne. Proje li gundê Tiwêne yê dikeve rojavayê bajarê Heseke hatiye avakirin û mesaheta wê 10 hezar metir çarkoşe mezine û 5 xaneyên mirîşkan lê avakirine.

Li gorî berpirsên projeyê xan hatine avakirin niha alavên wê têne amade kirin û wê destbi xebatê bikin.

Her sal wê 72 hezar mirîşk werin mezinkirinHSK_PROJEYA_MEZENKIRINA_MIRISKA (3)

Rêveberiya koperatîfa xwedîkirina mirîşakan Ehmed Alî anî ziman ku ew ê her 3 meh 18 hezar çîçik bibin mirîşk û hejmara mirîşkan wê salene bighîje 72 hezarî. Her wiha Alî got ku wê goştê mirîşkan erzan bibe û herêm bi xwe pêdiviya xwe ya gust pêkbîne.

Li gorî berpirsên projeyê weke destpêk heyanî kargeha hêk kirina çîçik li kantona Qamişlo ava bibe ew ê miqdarek ji çîçikan ji derveyî herêma Cizîrê peyde bikin.

(np)

ANHA