Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kordînasyona Ciwanên Kurd piştgirî da hevdîtinên şêwrê ya KNKʹê

Dîmen

QAMIŞLO – Kordînesyona Ciwanên Kurd li Rojava girîngiya hewldanên şêwra Yeketiya Netewî ya Kurdistanê vegotin û piştgirya xwe ji bo lidarxistinê wê anîn ziman. Komîteya amadekar jî bang li ciwanên Rojava kir ku rola xwe di hevdîtinên şêwrê de bigirin.QAMISLO-QURDINASYONA-CIWANEN-ROJAVA-BI-XER-HATINA-SEWRA-NETWI-KIR1 ‫(1)‬ ‫‬

Di çarçoveya serdanên komîteya amadekar a Kongra Netewî ya Kurdistanê li Rojava komîteyê serdanan Kordînesyona Ciwanên Kurd ku li navenda Yeketiya Ciwanên Rojava ya bajarê Qamişlo kir.

Di şandeyê de Endamê Desteya Rêveber a Kongra Niştîmanî ya Kurdistanê li Rojava Ebdilkerîm Omer û endama Kongrê Ebîr Hesaf ji aliyê endamên Kordînesyonê ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînê de, endamê Desteya Rêveber a Kongra Netewî ya Kurdistanê Ebdulkerîm Omer li ser girîngiya rola Ciwanan di hevdîtina şêwrê de wiha got “ciwanan rolekî mezin di şoreşê girtin. Ji bo wê divê ku roleke mezin di pêşketinên pêşerojê de hebe di nav wan de hevdîtinên şêwra Kongra Netewî ya Kurdistanê.ʺ

Li aliyekî din bijîşk Ebîr Hesaf li ser girîngiya lidarxistina hevdîtina Şêwra Kongra Netewî  ya Kurdistanê li Rojava û girîngiya Sîstema Fedral a Bakûrê Sûriyê û rola ciwanan di civakê de axivîn.QAMISLO-QURDINASYONA-CIWANEN-ROJAVA-BI-XER-HATINA-SEWRA-NETWI-KIR1 ‫(158597634)‬ ‫‬

Kordînesyona Ciwanên Kurd pêşwaziya komîteya amadekir kir û kêfxweşiya lidarxistina hevdîtina şêwrê kir û dan zanîn ku Yeketiya Ciwanên Rojava ji her alîkariyê re ji bo lidarxistina hevdîtina şêwrê û karê ji bo serxistina wê bikin.

Derbarê mijarê de, berdevka Kordînesyona Ciwanên Kurd Amed Memû got ku wan komîteyek ji bo lidarxistina hevdîtinên şêwrê avakirine û semîner ji bo ciwanên Rojava li ser girîngiya lidarxistina hevdîtinên şêwrê li Rojava, didin. Memû got ku ew amadene ku alîkariya komîteya amadekar ya hevdîtinên şêwrê bikin.

Kordînesyona Ciwanên Kurd li Rojava têde 14 partiyên Siyasî û 5 rêxistinên ciwanan li Rojava cihê xwe digirin.

(jo)

ANHA