Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kordînasyona Jin bi xebatkarê komîteya Tenduristiyê re civiya

MINBIC – Bi armanca birêxistinkirina jinan di aliyê tenduristiyêde de, Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Minbicê amadekariyên avakirina meclîsa tenduristiyê dike.

Kordînasyona Jin a Minbicê û gundewarê wê ji jinên di aliyê tenduristiyê de dixebitin re civîneke li nexweşxaneya Ferat a bajarê Minbicê li dar xist. Di civînê de, Endama kordînasyona Jin Fatime Osê, Hevseroka Meclîsa Rêveber-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Minbic Zeyneb Qenber, Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz û Endama Kordînasyona Jin Emed Dada û endamên komîteya tenduristiyê amade bûn.

Di civîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Minbic û Gundewarên wê Zeyneb Qenber behsa girîngiya birêxisitnkirina jinan di civakê de kir û got ku divê jin di her qadan de xwe bi rêxistina bike.

Di civînê de, mijarên mekanîzmeya xebata jinan di nexweşxaneyan de û  çawaniya birêxistinkirina jinan di komîte û buroyan de, her wiha bernameya civînên kordînasyonê û birêxistinkirina dewreyên perwerdeyê hatin gotûbêjkirin.

Hêjayî gotinê ye, komîteya tenduristiyê ji bo Meclîsa Tenduristiyê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê ava bike di nava xebatan de ye. Her wiha di vê meclîsê de rola jinan dê sereke be.

(bb/jh)

ANHA