Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kordînasyona Jinê derbarê 25’ê Mijdarê de bi jinên Til Berek re civiya

Dîmen

TIL BIRAK – Kordînasiyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya roja tekoşîna li dijî tudiya li ser jinê bi endamên Saziyên Civaka Sivîl nre civiya.TILBIRAK-JEVINA-JINE (2)

Kordînasoyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya 25`ê Mijdarê li navçeya Til Birak a kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê civînek lidar xist. Civîn li salona şehîd Zobe bi beşdarbûna endamên jin ên saziyan û dehan jinên bajar hate lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir, paşê endama Kordînasiyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Welîda Hesen tudiya li ser jinê şîrove kir û bal kişand ser jimartinên NY’yî yên derbarê tundiya li ser jinan.

Welîda her wiha bal kişand ser pêkanînên DAIŞ`ê yên li ser jinan û wiha dom kir: “Jinan di bi hezarên salan gelek zulm  û zehmetî dîtin û bi taybet jinên Êzîdî gelek êş û zehmetî kişandin. Jinên Êzîdî ji ber çeteyên DAIŞ’ê jî gelek zehmetî kişandin.”

Welîda di berdewama axaftina xwe de jî got ku divê jin yekîtiya xwe bi hêz bike û tekoşîna xwe mezin bike.

Civîn bi nîqaşan dewam kir. Di dawiya civînê de berisva pirsên beşdaran hate dayîn.

(bx)

ANHA