Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kovan Kenho: hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê qonaxeke dîrokî ye

Dîmen

SOZDAR CEMÎL

NAVENDA NÛÇEYAN – Sekretêrê Partiya Rojava ya Demokratîk Kovan Kenho diyar kir ku di dema aloziyên Sûriyeyê tên jiyankirin, lidarxistina hilbijartinên demokratîk serkeftineke mezin ji welatiyên Bakurê Sûriyeyê re ye û bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê kir ku beşdarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî bibin.

Bi nêzîkbûna dema qonaxa duyemîn a hilbijartinên sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê piştî ku hilbijartinên hevserokên komînan serkeftî di qonaxa yekemîn de pêk hat, wê di 1’ê Kanûnê de meclîsên herêmî yên herêmên federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bêne hilbijartin.

Lîsteya Netewên Demokratîk jî di vê çarçoveyê de bernameya xwe ya ji bo propagandeyê xwe eşkere kir. Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê girêdayî mijara hemleya propagandeya hilbijatinan hevdîtinek bi Sekretêrê Partiya Rojava ya Demokratîk Kovan Kenho re pêk anî.

Kovan Kenho di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li darxistina hilbijartinan li Bakurê Sûriyeyê di demeke dîrokî û hesas de pêk tê û ew weke Partiya Rojava ya Demokratîk dê di nava lîsteya Netewa Demokratîk de ku ji 18 partiyên Kurdî, Erebî û Suryanî pêk tê beşdarî hilbijartinan bibin û dê li gorî xizmetea civakê û azadiya wê û demokrasya welat û jiyaneke hevbeş tev bigerin.

Kenho di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelek lîsteyên ji bilî lîsteya Netewa Demokratîk hene û wiha domand: “Em bi hêvî ne lîsteya me di hilbijartinan de bi ser bikeve û em paşerojeke geş ji hemû pêkhateyan re dixwazin û divê hemû welatî dengên xwe bi awayekî demokratîk û berpirsyar bikar bînin.”

Sekretêrê Partiya Rojava ya Demokratîk Kovan Kenho di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyan kir ku bi coş beşdarî çalakiya hilbijartinan bibin û beşdarî avakirina welatê xwe bibin.

(jh)

ANHA