Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kur bavê xwe vedişêrê û bi tenê vedigere

Dîmen

Mihemed El-Ereb- Udê El-Ehmed

REQA- Nexweşiya dil bi bav re bû, çeteyên DAIŞ`ê destûr nedidan ku tedawiya xwe ji derve bibîne û ew hîna negihîştibû Şamê wefat kir.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê herêma Reqayê dagirkiribûn gelek bijîjk ji ber kiryarên wan dev ji xaka xwe berdan û şêniyên Reqayê yên nexweş bê bijîjk û derman man.

Li taxa El-Mişlib a Reqayê Hisên Alî El-Salim anî ziman ku nexweşiya dil bi bavê wî Alî El-Salim hebû û wiha pê de çû:ʺ Pêdiviya bavê min emeliyata vekirina dil hebû. DAIŞ bi hiceta welatê kafirane destûr nedan ku em derkevin ji derveyî Reqayê. Ev yek bû sedema ku rewşa tenduristî ya bavê min xira bibeʺ.TEBQA-VEGERA-GELE-MISLIB (1)

Piştî ku bajarê Reqayê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê rizgar bû Hisên firset dît ku bavê xwe bibe Şamê. Hîna bavê wî negihîştiye Şamê wefat dike û Hisên bavê vedişêrê û bi tenê vedigere Reqayê.

Hisên ji ajansa me re axivî û got:ʺ Ez bi rizgarkirina Reqayê kêfxweş bûm. Êdî gel vedigere taxa El-Mişlib û hêdî-hêdî jiyan li Reqayê vedigereʺ.

Çeteyên DAIŞ`ê destê xwe danîbûn ser mal û mulkên Hisên El-Salim û dikanên wî bi darê zorê jê standibûn. Niha dikanên wî lê vegeriyane û wî şervanên QSD`ê spas kirin ku bajarê wî ji tarîtiya DAIŞ`ê rizgar kirine.

(np)

ANHA