Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kurdan çikiriye ji we?

Some thousand Kurds with flags depicting Kurdistan Workers' Party imprisoned leader Abdullah Ocalan protest against the Islamic State militants attack on the Syrian city Kobani in Duesseldorf, Germany, Saturday, Oct. 11, 2014. (AP Photo/Frank Augstein)

Azîz Koyluoglu

Kurdan çikiriye ji we? Ev pirs gelek bersiva dinava xwe de bigre jî, lê çend bersivê wê yê dîrokî hene. Mirov dikare ev pirs berovajî bike û bêje Kurdan çi nekir?

Di despêkê de ez bêjim; Kurd bi salane li dijî terora ku cihanê tehdit dikir, berxwedaniyek mezin dan û gelek qurbanî dan.

Dîroka Kurdan a bi Tirkan re her tê gotin ev hezar sala em bihev re jiyan dikin û têkiliyê me heqas kûrin ku bi gotina mirîşkê me ketine nav hev.

Lê ev têkilî yek aliye û heta niha Kurdan çiqasa bidil pakî nêzîkî derdorê xwe bibe jî,  bersiva xwe nedîtiye.

Di despêkê de em vê eşkere bêjin ku Kurd dixwazin li ser axa xwe ku bi hezaran salane jiyan dikin, azad bijîn. Dervayî vê tu meqsedê Kurdan nîne.

Kurdan heta niha dervî parastinê xwe tiştek nakirine. Ger êrîşek hatine ser wan jî Kurdan, Kurd bitenê parastina xwe kirin.

Kurdan her dem bi gelên derdorê xwe re dostanî kirine.

Kurd kî ketiye nava tengaviyê alakiya wan kirine.

Kijan gel di nava Kurdan de jiyan kiriye, Kurd biwan re bi xweşî jiyan kirine.

Kurd ev hezar sale bi Tirkan re jiyan dikin û herdem bibûn hevkarek baş ji bo Tirkan.

Li beramberî wana dewletên din çikirin?

Tirk ev hezar sale ji dema Selçûkiyan heta Komara Tirk Kurdan weke amûrek bi kar tînin.

Kengî Kurd qala mafê xwe yên xwazayî kirine li dijî wan Tirk, bi komkujiyan bersiv dane.

Zarokên Kurdan her roj tên kuştin û dixwazin paşoroja Kurdan tarî bikin.

Dixwazin Kurdan wek koleyan ji bo xwe bi kar bînin.

Hemû siyaseta komara Tirk li ser bila Kurd negêjin mafê xwe hatiye avakirin.

Niha dewleta Tirk bi vê jî sînor namîne, dervî sînorên xwe yê siyasî jî, lidijî Kurdan re ketiye nava êrîşan.

Kurdan dema herî teng a gelê Tirk de, li gel gelê Tirk cihê xwe girt, lê pişt re Kurd ji nedîtî hatin.

Tenê ne ji bo Tirkan, ji bo gelên Ereb, Pars, Azerî, Suriyan, Ermen jî, Kurdan dostanî kiriye.

Dewletên wek Rûsya, DYA û Ewropa herdem Kurdan kirine qurbana berjewendiyên xwe yê aborî û siyasî.

Rûsya tu carî bi Kurdan re têkiliyên ciddî pêş nexist. Kurdan wek amûrek tehdit li ser dewletên herêmê bi kar anî.

Di dema Sovyetê jî Mahabad Kurdan kir qurbana berjewendiyên xwe yê siyasî.

Îro jî Rûsya ji hin xetên petrole yên nû, bazara li ser Suriyê, dixwaze Kurdan bixe nava bazara xwe.

DYA duh li Kerkûkê çikir û îro jî li Efrînê heman tiştî dike.

Yekîtiye Ewropa bi taybet Birîtanya û Fransa wek avakarê perçekirina Kurdistan û gelê Kurd, heta niha ev siyaseta xwe dewan dikin.

Li Kurdan ne li dijî Rûsya, ne li dijî DYA, ne jî li dijî Yekîtya Ewropa tu xerabî nekiriye û nake jî…

Ger hinek Kurd bibin amûrek siyasetên dewletên herêmê wek komkujiya ji aliyê Osamaniyan li ser Ermeniya pêk hat. Ev jî ne wek siyasetek Kurdan, wek siyaseta Osmaniyane.

Lê Kurd ne yê bere ne!

Êdî wan siyasetan hemûyan dibîne û bişiyarî tevdigere.

Kurd dev ji dostaniyê bernadin û wê bi gelên herêmê re di nava dostaniyê de bin.

Kurd wê heta dawî berxwe bidin û hemû lîstêkin li ser xwe vala derxin.

Kurd dev ji azadî û demokrasiye ber nade.

Wê Kurd û gelên azadîxwaz çawa li Kobanê bi ser ketin, wê li Efrîn jî bi ser bikivin.

ANHA