Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kurdên Lubnanê: Fedraliya demokratîk mafê hemû gelan diparêze

NAVENDA NÛÇEYA – Komeleya Newroz ya Çandî û Civakî ya Lubnanê got: “Herêma Rojhilata Navîn di nava pirsgirêkên dijwar û dozên ku çarerenûsê diyar dikin û taybet di her du sedsalênê dawî de derbas dibe, ji ber vê yekê jî federaliya demokratîk mafê hemû gelan misoger dike û nasnameya wan diparêze.ʺ

Komeleya Newroz a Çandî û Civakî ya Lubnanê bi boneya salvegera yekemîn a raghandina Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

Piştî  ku herêm hate parçekirin û dabeşkirin dewleta-netewa ku li ser esasê înkarkirin û yekrengiyê hate avakirin, hewl da ku pir rengiya civakê û xwezayê di navbera civak û gelan de bi behaneya pîrozbûna dewlet-netew tune bike û sînorên ku  mîntîngeran çêkiriye biparêze. Herêma Rojhilata Navîn di nava pirsgirêkên dijwar û dozên ku çarerenûsê diyar dikin û taybet di her her dûsedsalên dawî de derbas dibe.

Em wekî gelên herêmê ji kurd, ereb, suryan, ermen, aşur, kildan û tirkmen para xwe ji vê êşê girt ev yek jî ji ber tunebûna demokrasî û azadiyê ye. Em ji mafên siyasî, civakî, çandî û aborî hatin bêparhiştin û di derheqê de me qirkirin bi hemû  rengan meşandin.

Lêkolîna gelan û civakan ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên xwe  di gelek pêvajoyan re derbas bû. Lê carna hin biryar digirtin ji bo çareserkirina pirsgirêka xwe, lê dozên wan nehatin çaresekirin û alozî kûrtir kir. Piştî derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêber APO Neteweya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziyên gelan û civakan araste kir. Neteweya Demokratîk mafên hemû pêkhateyan, nasnameyan û mezheban diparêze û azadiya jinê di çarçoveya Sîstema Federaliya Demokratîk de misoger dike. Di heman demê de Netewa Demokratîk nexşeyên nû çênake û dewlet-netewan ava nake, berovajî wê azadî û demokrasiya hemû gelan û civakan misoger dike.

Lubnan bi pir rengî û pêkhateyên xwe wekî di nava sîstema federalî ku nehatiye îlankirin de de ye û dewlet wekî amûrekî kordînyê ye. Lê ferq û cudahî di yekîtiyê de ku tê xwestin li Lubnanê hîna lawaz e û tecrûbeya Bakurê Sûriyê wê bandoreke yekser li ser Lubnanê bike û ev yek jî wê di çarçoveya lêgerina çareserkirina pirsgirêkan û peydakirina zagoneke nû ya hilbijartinê pêk werê.

Pêkhateyên Bakurê Sûriyê û piştî şeş salan ji aloziya Sûriyê, dikaribû biratiya gelan di nava xwe de biparêze û jiyana hevbeş di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û projeya federaliya demokratîk de, misoger bike.

Em wekî Komeleya Newroz a Çandî û Civakî û Kurdên Lubnanê vê gava dîrokî li hemû gelên Rojava  û Bakurê Sûriyê  pîroz dikin. Em dibînin ku parastina mafên gelan, nasname û xisletên cuda yên gelan di çarçoveya sîstemekî demokratîk nenavendî ew jî sîstema federaliya demokratîk ku sala borî li Bakurê Sûriyê hate destnîşankirin, pêkane ye. Em di wê bawerî û hêviya me bi sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyê û em serkeftinê jê re dixwazin.”

(kc/dc)

ANHA