Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kurdên Lubnanê ji civaka navdeweltî xwestin helwest nîşan bide

BEYRÛT – Weqfa Çanda Civakî ya Newroz li Lubnanê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî kir ku li hemberî destdirêjiyên Tirkiyê ya li ser Rojava û Bakurê Sûriyê, helwest nîşan bidin û zextê li dewleta Tirk bikin ku dest ji êrîşan berdin.

Seroka Weqfa Çanda Civakî ya Newroz li Lubnanê Henan Osman û Endama Desteya Rêveber a Weqfa Newroz Xezalê Remo berê xwe dan  baregeha Neteweyên Yekbûyî û peyam dan Buroya Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan.

Di peyamê de ev tişt hat gotin:

ʺJi bo rêzdar Reşa El-Qeysî

Buroya Komîseriya Biilind a Mafê Mirovan

Piştî silavan

Kurdên li Lubnanê di 30 Nîsana 2017`an de xwepêşandaneke girseyî lidarxistin.  Xwepêşandanê ji herêma Kola dest pê kir û gihişte Elasko. Xwepêşandan ji bo şermezarkirina êrşên Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê, çiyayê Qereçox, Dêrikê , her wiha Ii ser herêmên Şengalê  hate lidarxistin.

Di demên ku Hêzên Sûriya Demokratîk û YPJ/YPG`ê şerê rêxistina terorîst a DAIŞʹê li gelek eniyên Bakurê Sûriyê dikin, bi taybet li Reqqayê ku wek paytexta DAIŞ`ê ye, hikûmeta Tirkiyê bi şêwazên cuda yên siyasî û leşkerî hewil dide li hemberî Hêzên ku şerê terorê dike astengiyan derxîne. Ji bo vê yekê yekser destwerdanê di herêmên di bin serweriya van hêzan de dike.

Destwerdanên dawî jî di serê sibeha roja sêşemê de hatin pêkanîn. Balafirên dagirkeriya Tirk baregehên YPG`ê, Nevenda pêwendiyan, baregeha radyoya Dengê Rojava li herêma çiyayê Qereçox li nêzî bajarê Dêrikê bombebaran kir. Di encama topbaranê de 20 Şervanên YPG`ê şehîd bûn û 18 birîndar bûn, her wiha ziyaneke madî mezin bi mal û milkên sivîlan çêbû.

Êrîşên dagirkeriyê yên vê dawiyê li rêze destdirêjiyên Tirkiyê di hundirê xaka Rojava de tê zêdekirin. Ev yek wek nîşan û belgeyeke nû ye diyar dike ku têkiliya di navbera rejîma Trik û DAIŞ  ya terorîst de heye. Di demên ku Hêzên Sûriya Demokratîk pêşkeftinên mezin li gundewarên Reqqayê pêk tînin bombebarana hovane hat pêk anîn. Rejîma Tirkiyê bi bombebaran xwe ya dawî diyar dike ku ew hewil dide tolhildanê ji Hêzên Sûriya Demokratîk û YPJ/YPG`ê bigre ku li ser hesabê DAIŞ`ê ya ji aliyê hikûmeta Erdoxan a Osmanî ve tê destekdayîn, bigre.

Em wek Kurdên li Lubnanê van êrîşên qirêj ên dagirkeriya Tirk  li dijî YPJ/YPG`ê yên ji ber hemû cîhanê ve li dijî terorê têkoşînê dikin, şermezar dikin. Her wiha em êrîş û destdirêjiyên hovîtiya dîktatoriya Erdogan û çeteyên wî li ser Herêmên Şehba û gundên Efrînê bi tundî  şermezar dikin. di heman demê de em daxwaz ji Civaka Navnetewî  û Konseya Ewlekatiyê dikin erkên xwe pêkbînin û sînorekî ji destdirêjiyên Tirkiyê ya desteka terorê dike re deynin, her wiha daxwaz dikin li hemberî van êrîşan helwesteke tund û cidî bigrin. Herêma qedexeya firîna balafiran li ser Bakurê Sûriyê ava bikin da careke din ew herêmên bi ewle rastî êrîş û bombebarana faşîzma Tirk neyên. Di wan herêman de koçber ji tevahî aliyên Sûriyê hatine hembûz kirin û tevî derfetên kêm û ambargoya li ser herêmên Bakurê Sûriyê – Rojava hatine ferz kirin, cihên bi ewle ji wan re peyda kirine.

Spas û rêz ji bo we .ʺ

(rr/dc)

ANHA