Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Kurte dîroka Gelên Rojhilata Navîn’ sernavê semînera li Girkê Legê bû

QAMIŞLO – Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê şaxê Girkê Legê semînerek bi sernavêʺKurte dîroka gelên Rojhilata Navînʺorganize kir.Di semînerê de bi dehan rewşenbîr amade bûn.

Semîner li Buroya Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê şaxê Girkê Legê hate organîzekirin. Di semînerê de, hejmarek rewşenbîr, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî, amade bûn.

Semîner ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Girkê Legê Biradost Mîtanî ve, hate pêşkêşkirin. Di semînerê de, naveroka pirtûka bi navêʺKurte dîroka gelên Rojhilata Navînʺ ku Mîtanî nivîsandiye, hate şîrovekirin.

Naveroka pirtûkê li ser dîroka gelên Rojhilata Navîn a Ermeniyan, Kurd , Aşûr û Ereban e. Her wiha li ser serdemê her gelekî li herêmê û şerên li ser erdê pêk hatine di pirtûkê de cih  digre.

Semîner bi bersivdayîna pirsên beşdaran li ser naveroka pirtûkê bi dawî bû.

(rr/kc)

ANHA

GIRKE-SAMINARA-RUSANBIRA (4) GIRKE-SAMINARA-RUSANBIRA (3) GIRKE-SAMINARA-RUSANBIRA (2) GIRKE-SAMINARA-RUSANBIRA (1)