Têkilî | Derheqê me de

Lavrov dê serdana Kendava Ereban bike

NAVENDA NÛÇEYAN – Wazereta Rûsya da zanîn ku wezîrê wê yê derve Sêrgê Lavrov wê di vê mehê de serdana dewletên Kendavê bike.

Piştî îlankirina Erebistana Siûdî, Îmarat, Behrîn û Mesir ku bi navê ku Qeter piştgiriya terorê dike,têkiliya xwe bi Qeterê re qut kiribûn. Dewletên Kendavê di vê mehê de di aliyê têkiliyên dîblomasî de tevlîheviyekê jiyan dike.

Li gorî wezareta derve ya Rûsya armanca serdana Lavorv a ji dewletên Kendavê re ewe ku  îstiqrara li herêma Kendava Ereban (Xelîc) biparêze.

(jo)