Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Lavrov: Ji bo kurdan em bi Tirkiyê hevdîtinan dikin

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karê Derveyê yê Rûsiya da zanîn ku di mijara beşdarbûna kurdan di danûstendinê Cinêvê de ew bi rayedarên Tirkiyê re gotûbêjan bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ji bo kurdên Rojava beşdarî hevdîtinên Sûriye yên li bajarê Cinêv ê Siwêsrayê bibin, ew diyalokê bi dewleta Tirk re didomîne. Lavrovê ku piştî hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Karên Derve yê Komara Kongo ya Demokratîk re Jean-Claude Gakosso civîna çapemeniyê li dar xist, rastî pirseke li ser beşdarbûna kurdan a hevdîtinên Cinêvê bû.

Lavrov bi van gotinan bersiva pirsê da: “Çareseriya ji bo mijara kurd a ku wê karibin çawa beşdarî hevdîtinên Cinê bibin, gelekî girîng e, lê ev mijar hêsan nîn e. Em helwesta Tirkiyê dizanin. Em ê bi hemkarên xwe yên Tirk re, hevdîtinên me yên li Astanayê jî di nav de, li çareseriya vê mijarê bigerin. Nabe ku ev mijar were taloqkirin, çawa ku nabe were gotin kurd nikarin beşdarî pêvajoya Cinêvê bibin.ʺ

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov her wiha got peywireke girîng a Nûnerê Taybet NYʹyê yê Sûryê Steffan de Mistura jî ew ku kurdan beşdarî hevdîtinên Cinêvê bike.