Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Lêkolînera civakî: Jinên Bakurê Sûriyê dikarin jiyaneke azad ava bikin

NEJBÎR OSMAN – MEDYA HENAN

MINBIC – Lêkolînera civakî Şîfah Sewan di yekemîn kongreya damezrîner a jina Sûriyê de, got ku jinên Bakurê Sûriyê dikarin jiyaneke azad ji bo jinê ava bikin.

Lêkolînera civakî Şîfah Sewan ku beşdarî yekemîn kongreya damezrîner a jina Sûriyê ya li Minbicê hat lidarxistin bû, da zanîn ku piştî bajarê Minbicê ji tarîtiya DAIŞ′ê hat rizgarkirin, tişta ku moralê wan bilind dike, lidarxstina kongreyê ye. Di kongreyê de 150 nûnerên jinên Bakurê Sûriyê amade bûn.

Şîfah derbarê kongreyê û çavdêriya wê li ser Bakurê Sûriyê de, wiha nerîna xwe da: ″Îro jin bi azadî hebûna xwe vedibêje. Tişta balkêş ew e ku  li Bakurê Sûriyê jin di hemû qadên jiyanê de pêşenge û ji tecrûbeyên jinan ên di şoreşên kevin de, sûd werdigire da jiyaneke azad ava bike.″

Şîfah anî ziman ku pir kêfxweşin ku jinên Bakurê Sûriyê yên nûnertiya xweşikbûna jina Sûriyê dikin, dîtin.

Her wiha Şîfah destnîşan kir ku li Bakurê Sûriyê sîstema Hevserokatiyê wekî gaveke nû û girîng ku mafê jinê di rêvebirina civakê de misoger dike, hat rûniştandin.

Şîfah hêvî kir ku ev kongre bingeha azadiya jina Sûriyê, ava bike.

(mm)

ANHA