Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Lêkolinerê Lûbnanî: Divê Ocalan serbest were berdan

ALÎ HESEN- MEDYA HENAN

BEYRÛT- Lêkolîner û Mudûrê Navenda Lêkolînên Stratejîk ê li Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn anî ziman ku doza kurd bê Rêberê wê çareser nabe, tenê dawî li tecrîdê anîn têrê nake divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest were berdan.

Dr. Mihemed Nûredîn têkildarî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevpeyvînekê de wiha bersiv da pirsên me.

*Ev bûye zêdetirî du salan ku dewleta Tirk destûr nade ku parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pê re hevdîtin bikin, gelo ev yek bi pêşveçûnên Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriyê û Iraqê ve girêdayî ye?

Eger di navbera Ocalan û gelê Kurd ê li Tirkiyê û ji derveyî Tirkiyê hebe bandorê li ser pêketina xebata gelê Kurd û bi taybet li Tirkiyê dike. Polîtîka AKP`ê li hemberî vê yekê bi berjewendiyên wê ve girêdayî ye. Piştî ku encamên hilbijartinên 7`ê hezîrana 2015`an ne li gorî Erdoxan bû êdî bi awayekî hovane êrîş kirin. Girtin û êrîşkirin li ser gelê Kurd zêdetir bû. Serokên şaredariyan û cîgirên wan û bi taybet rêveberên HDP`ê hatin girtin. Bi vê polîtîkayê re xwestin tevgera Kurd lewaz bikin û bitirsînin.

Dewleta Tirk ji bo hilbijartinên 2018`an ên şaredariyan û hilbijartinên serokatiyê yên 2019`an destûr nadin ku hevdîtin bi Ocalan re were kirin. Her wiha ji aliyekî ve ji ber pêşveçûn û deskeftiyên Kurdan ên li Sûriyê dewleta Tirk zextê li ser Ocalan dike û destûr nade ku pêre hevdîtin were kirin. Her wiha dewleta Tirk rewşa Ocalan li hemberî Kurdan û pêşveçûna wan a Sûriyê dide bikaranîn.

Li gorî texmînên min destûr dayîna hevdîtina bi Ocalan re bi şerê li Sûriyê ve girêdayî ye.

*Bandora Ocalan li ser çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn?

Eger herêm li gorî projeyên ku Abdullah Ocalan pêşkêş dike, tevger kiribane wê çareserî ji gelek pirsgirêkên xwe re dîtibane. Eger li welatekî hemû pêkhateyên lê dijîn bighîjin mafên xwe û çanda wan were parastin ew ê pirsgirêkên wî welatî werin çareserkirin. Projeyên Ocalan jî ji bo Rojhilata Navîn di vî çarçevî de ne.

*Tecrîda li ser Ocalan çawa dibe sedema ku aloziya doza Kurd li Rojhilata Navîn kûr bibe?

Çareserkirina doza gelê Kurd bê Rêberê wê çareser nabe. Her wiha divê gelê Kurd jî bi hev re di nava têkiliyê de bin û destbi hevdîtinan bikin. Eger Ocalan, Selahedîn Demirtaş û hevserokên şaredariya di girtîgehê de bin ne mumkine ku doza Kurd were çareserkirin.

Tenê tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin têrê nake û divê Ocalan serbest were berdan.

*Ji bo rakirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi ji rêxistinên mafên mirovan û gelên herêmê têxwestin?

Ez dubare dibêjim çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi gelê  Kurd û pêkhateyên dîtir re girêdayî ye. Kîjan alî jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan li hevdû bicivin dibe ku destpêke Rêveberên wan serbest werin berdan. Hemû rêxistinên hiqûqî û hezkiriyên azadiyê divê vê doze têxin rojeva raghandine de. Her wiha ji gelê Kurd jî têxwestin ku bi têkoşîna xwe zextê li Tirkiyê bikin ku Ocalan serbest were berdan.

*Destwerdana Tirkiyê ji dewletên derdora xwe re wê Tirkiyê berbi kûdere ve bibe? Di vê dema dawî de Tirkiyê xwe nêzî Îranê dike hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Herêm di rewşeke aloz re derbas dibe. Hevdîtin di navbera dewletan de ji pêvajoyekê derbasî pêvajoyeke dîtir dibe. Dewlet li gorî şert û mercên xwe nêzî hev dibin. Kesek nikare nikare misoger bike ku dê têkiliyên Tirkiyê bi Îran û Rûsya re bidomin. Tirkiyê li hemberî Kurdên Sûriyeyê dijminahiyê dike û çavên wê di axa Sûriyeyê de heye.

Destwerdana Tirkiyê ji Iraq û Sûriyeyê re bi taybet piştî 2011`an destwerdana wan a Sûriyê tenê bi xwe re xeteriyê tîne. Eger ev destwerdana Tirkiyê ji dewletên nêzî wê re bidomin wê neyînî bandorê li ser rewşa Tirkiyê bike.

(np)

ANHA