Têkilî | Derheqê me de

Lêkolînerekî Misirî: Êrîşa Efrînê bi ser nakeve û wê zû bisekine

YEHYA EL-HEBÎB

QAMIŞLO – Lêkolînerê Misirî Mihsin Ewedellah destnîşan kir ku Erdogan ji bo şerê li dijî Kurdan hazir e bi dijminên xwe re bikeve nava hevkariyê û got “Ev êrîş ji ber ku bi ser nakeve wê zû werin sekinandin.”

Mihsin Ewedellah girêdayî mijarê ji ANHA’yê re axivî û got “Tu agahiyên ku hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de eşkere bikin tune ne, lê ev yek baş zelal e. Ev ne cara yekê ku di navbera Moskova û Enqereyê lihevkirineke wiha çêdibe. Divê neyê jibîrkirin ku Erdogan bi hevpeymaneke li gel Rûsyayê hêzên girêdayî xwe ji Helebê vekişand û radestî hêzên rêjîma Sûriyeyê kir.”

Ewedellah ev tişt jî li axaftina xwe zêde kir “Erdogan amade ye li dijî xewn û xeyalên Kurdan ên rewa bi şeytanan re bikeve nava têkiliyan. Hevpeymana Efrîn beramberî Îdlibê jî dê bihêle ku hêzên opozîsyonê ji herêma Îdlibê werin derxistin û tesfiye bibin.”

Lêkolînerê Misirê ev tişt jî got “Ez texmîn nakim ku operasyona leşkerî ya Tirkiye li Efrînê dirêj bike. Yekîneyên Parastina Gel hêzeke xurt e û dikare li hemberî Artêşa Tirk û hevalbendên wê şer bike. Ji ber vê yekê operasyona wê bi ser nekeve û dê Erdogan di demeke zû de dawiya vê operasyonê ragihîne. Zextên Amerîka û hêzên navnetewî li ser Tirkiyeyê jî dê bibin hêmanek ku di zûtirîn dem de ev êrîş werin rawestandin.”

Lêkolînerê Misirî Mihsin Ewedellah serkeftinên Kurdan li Bakurê  Sûriyeyê bi bîr xist û ev yek anî ziman “Kurdan projeya xwe ya federal ava kir û wekî çareserî ji bo aloziya Sûriyeyê derxistin pêş. Di demeke nêz de wê sîstema federal ji bo Sûriyeyê were erêkirin û artêşa nû ji bo Sûriyeyê were avakirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî wê beşekî sereke yê vê artêşê be. Di dawiyê de Tirkiye jî wê destvala ji aloziya Sûriyeyê derkeve.”

Mihsin Ewedellah bal kiaşnd ser danûstandinên Sochi jî û got ku dibe Rûsya hiştibe ev operasyona were destpêkirin da ku zext li Kurdan were kirin ku Reqa radestî rêjîmê bikin û li bermaberî wê jî Efrîn bikeve çarçoveya sînorê federaliya Bakurê Sûriyeyê.

(he)

ANHA