Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Lêkolînvan: Dagirkeriya Tirkiyê li ser hemû Pêkhateyan xeter e

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN- Lêkolînvanê Kurd Yûsif Xalidî got ku dagirkirina Tirkiyê ya Bakurê Sûriyeyê li ser hemû pêkhateyên Sûriyeyê xeter e û da zanîn  ku Tirkiye dîroka gelê herêmê înkardike û qirkirineke çandî dide meşandin.yusif-xalidi-2

Lêkolînvanê Navenda Lêkolînên Kurdî – Almanya Yûsif Xalidî di guftûgoyekê bi ANHA re kiryarên dewleta Tirkiye yên Bakurê Sûriyeyê û herêma Şehba nirxand û got ku Tirkiye bi van kiryarên xwe hewldide ku projeya federaliya Bakurê Sûriyeyê asteng bike.

Hewldanên dewleta Tirkiye yên guhertina dîmografiya Bakurê Sûriyeyê û navê herêmên Sûriyeyê kirine Tirkî hûn çawa dinirxînin?

Mixabin Erdogan bi riya çeteyên ku dibêjin em polîtîka dikin pîlansaziyên xwe pêkanîn. Van çeteyan di bin navê nûnertiya berjewendiyên gelê Sûriyeyê dikin ji Tirkiye re sîxurtî kirin. Îro em hemû dibînin ku wan çeteyan dev ji mafê gelê Sûriyeyê, dewleta Sûriyeyê, berjewendiyên hemû pêkhateyan ji Suryan, Tirkman, Çaçan, Ereb û Kurdan. Ji bo berjewendiyên Tirkiye dev ji hemû berjewendiyên xwe berdan. Hêzên faşist ên netewperest û Islamî yên ku projeyên avakirina dewleta netewperestî, olî û mezhebî îlankirine dîroka gelê herêmê û nasnameya wan înkardikin û tine dikin. Bi vî awayî li ser gelê herêmê qirkirina çandî didin meşandin û hebûn û çanda gelan tehdîd dikin.

Ev kesên ku dibêjin me destbi şoreşê kiriye ne tenê ji bo Bakurê Sûriyeyê serê xwe ji Erdogan û partiya wî re tewandin, qebûlkirin ku Tirkiye demografiya herêmê, rastiya hebûna gelê herêmê û dîroka wê bidin guhertin. Wan ji bo Tirkiye dev ji rêgez û nirxên xwe berdan.

Qirkirina çandî ya ku Tirkiye li Bakurê Sûriyeyê dide meşandin hûn çawa dinirxînin? Gelo Tirkiye dixwaze Împeratoriya Osmanî vejîn bike?

Eger em li dîrokê vegerin emê gelek rastiyan bibînin. Hemû rastî diyardikin ku Tirk netewa dawiyê ye ku Kurdistan û Mezepotamiya dagirkirine. Bi navê îmarata Selacûqiyan a Rom li rojavayê herêma Amed îmarat avakirin.

Di pevçûna Melazgirt a Bakurê Sûriyeyê Selcûqî bi fermandariya Alp Arslan li hemberî Împeratoriya Bîzens Romanos ê çaremîn biserket. Selcûqî bi alîkariya îmaratên Kurdan û bi taybet îmarata Benî Merwan biserketin. Lê belê tiştek nedan kurdan berovajî vê yekê ew cezakirin.

Selcûqiyan li hemberî emîrên Kurdan komplo kirin û Amed dagirkirin. Merwaniyan Reqa, Dîlok, Ruha û bakurê Heleb hukum dikirin.

Em hemû dizanin ku Şah Silêman ji Asiya Navîn hate herêmên Reqa û gundewarên Heleb. Hedefa wan dagirkerî û talankirin bû. Lê belê Selcûqiyên ku mabûn mirin û piştî ku Qestentîn fetihkirin Împeratoriya Osmaniyan avakirin û ferehkirin.

Împeratoriya Osmaniyan ku hilweşiya Erdogan dixwaze vejîn bike. Erdogan xwest ku herêma tempo bide avakirin. Wê herêmê ji Antakiya heyanî Serekaniyê dirêj bike û ji aliyê başûr ve heyanî 70 km kûr biçe. Tirkiye bi vê dagirkeriya xwe çi dixwaze tê fêmkirin.

Ew ji bo du tiştan isrardike ku li ser xaka Sûriyeyê bimîne:

  • Ew dixwaze li pêşiya avakirina statoya Kurdî bibe asteng. Başûrê Kurdistanê di bin rehmeta Tirkiyê de bimîne û aliyê erdnîgarî û demografî li pêşiya federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê bibe asteng.
  • Li pêşiya hedefên gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê bibe asteng û Başûrê Kurdistanê, Îraqê û Sûriyeyê têxe bin rehmeta dewleta Tirkiye.

Dagirkirina dewleta Tirkiye ya Bakurê Sûriyeyê dê ziyanê bide kî? Her wiha ji bo gelê Bakurê Sûriyeyê li beramberî dagirkirina Tirkiye bisekine çi jê têxwestin?

Dagirkeriya Tirkiye ya Bakurê Sûriyeyê dê ziyanê bide hemû pêkhateyên Sûriyeyê. Çavkaniyên avê û dewlemendiya wê herêmê eger têkeve destê Tirkiye dê hemû pêkhateyên Sûriyeyê ji vê yekê zerarê bibînin. Dê Sûriyeyê bibe lîstoka destê Tirkiye. Ji ber vê yekê divê hemû pêkhate li hemberî polîtîka Tirkiye û xeteriya wê ya li ser paşeroja Sûriyeyê şiyarbin. Ez ji Hêzên siyasî, Partî, Rêxistin û Navendên Lêkolînê dixwazim bi paşeroja nifşên xwe bifikirin. Ji ber vê yekê divê despêke ji xeteriya hêzên tarî, paşverû û ji zîhniyata faşist a netewperestiyê ku li ser wan ferzdikin rizgarbibin. Gelê herêmê ji ber zîhniyeta netewperest gelekî tada dîtiye.

Divê gelê herêmê destek bide eniya berxwedanê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiye hatiye îlankirin. Li ser bingehê Sûriya netewî, pirengî û hevbeş welat were avakirin. Li vî welatî hemû pêkhate bikarin çarenûsa xwe diyarbikin.

(np)

ANHA