Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Leyla  çîroka xwe ya 5 salên di nava DAIŞ`ê de vedibêje

MURADA KENDA- RÊNAS RAMO

REQA – Leyla Ekran keçeke 15`e saliye. Bavê wê ji Tirkiyê ji bajare Enqerê ye, dayîka wê jî ji Emerîkiye ye. Bavê Leyla 5 sal berê dema tevlî çeteyên DAIŞ`ê dibe, Leyla û dayîka wê jî bi zorê dibe  gel xwe. 5 salên Leyla yên ku ji şert û mercên zîndanan zehmetir derbas dibe, bi Hemleya Rizgarkirina Reqayê ya ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatî  destpêkirin, bi dawî dibe. Şervanên QSD`ê Leyla ji destê DAIŞ`ê rizgar dikin.

Çîroka Leyla tenê ji çirokên bi hezaran zarokên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve zaroktiya wan bi destê zorê ji destê wan hatiye girtin ne dûr e. Leyla ya ku zaroktiya bi destê zorê ji hatiye standin, çîroka xwe ya 5 salan ji ajansa me re (ANHA) re vegot.

Bavê Leyla  ji Enqerê û dayîka wê jî ji Emerîkî ye. Di malbatê de, ku ji 6 zarokan pêk dihat, zaroka mezin Leyla Ekran bû. Bavê Leyla tevlî nav DAIŞ’ê dibe. Malbata Leyla ku dayîka wê mamoste û bavê wê doktor e destpêkê têne Helebê. Malbata wê piştî ku salekê li Helebê dimîne, piştre jî diçine Reqayê ya ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin. Leyla diyar kir, piştî ku dayîka wê hîn dibe ku bavê wê tevlî nav DAIŞ’ê bûye helwestê nîşan dide û bavê wê jî li dijî vê rewşê tim li dayîka wê xistiye û wiha bersiv daye helwesta dayîka wê.

Pêşî Heleb piştre Reqayê

Leyla dibêje ku dayîka wê ji tirsan, vê rewşê qebûl dike û wiha got:”Ez nizanim malbata min ji bo çi hate Helebê. Jixwe ez hê 10 salî bûm. Dayîka min dema ku hîn dibe bavê min ketiye nav DAIŞ’ê  helwest nîşan da, bavê min her tim li dayîka min dixist, dayîka min jî neçar ma ku vê rewşê qebûl bike. Piştî ku em hatin Reqayê em hemû ji hev qut bûn. Nizanim bavê min û dayîka min bi kû ve birin.’’

Leyla ji  malbata wê tê qutkirin û hepskirin

Leyla diyar kir ku 4 salan li malekê ew hatibû hepskirin, malbata ku ew li gel wan bû  ew jî endamên çeteyên DAIŞ’ê bûne. Leyla Ekran bi lêv kir ku tu awayî nedikarî  derkeve derve, çend caran fersenda ku derkeve derve çêbûye û wiha pê de çû:”Rojekê ez derketim derve. Wê rojê bûyerek çêbûbû. Zilamek bi hinceta ku wê bireve ji hêla sekvanên DAIŞ’ê ve hate kuştin. Li naverasta kolanekê ew kuştin. Dema ku min pirsî çima hate kuştin, gotin ji ber wê ji DAIŞ`ê biriviya, ji ber wê hatiye kuştin. Dema min ev bûyer bi çavên xwe dîtin, êdî fikira revandinê min ji serê xwe derxist.”

Bi zorê dane zewicandin..

Leyla anî ziman ku piştî temenê wê dibe 14 salî, rojekê çete têne mala ku ew lê dimîne. Leyla pirsa bavê xwe ji wan dike, çete bersivê didin û dibêjin bavê te hatiye kuştin û wêneyê bavê wê dema kuştiye didin wê, bi vî awayî Leyla bi mirina bavê xwe dihise.  Leyla Ekran destnîşan kir ku piştî vê rewşê çeteyên DAIŞ`ê bi darê zorê bi çeteyekî ku temenê xwe 17`ê salî re dizewîcinin û wiha axaftina xwe domand:”Min got ez naxwazim bizewîcim, lê çeteyan gotinên min paş guh dikirin û digotin ev qedera te ye. Hêzeke min a ku li dij derkevim jî nebû. Wiha, bi darê zorê ez bi çeteyekî re hatim zewicandin.”

QSD`ê Leyla ji nava pencên DAIŞ`ê rizgar dike

Leyla Ekran piştî ku bi neçarî salekê li gel wî çeteyî dimîne, herî dawî ji aliyê şeravnên QSD`ê li navenda bajarê Reqayê hate rizgarkirin. Leyla Ekran wiha dawî li çîroka xwe anî:”Ev rojên tarî piştî ku şervanan em rizgar kirin qediyan. Êdî ez jiyaneke azad dixwazim”.

(rr/kc)

ANHA