Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li 7 bajarên Ewropayê çalakî ji bo Ocalan hatin lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were anîn û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) biçe Îmraliyê, li 7 bajarên  Ewropayê bê navber çalakî tên lidarxistin.

BERN

Kurdistaniyên li bajarê Bern ê Swîsreyê daketin qadan, fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan anîn ziman û xwestin, agahî ji Ocalan bê girtin. Çalakî li ber stasyona navendî ya trenê pêk hat û Kurdistaniyên ji du baskan ve bi destê hev girtin, ji bo Ocalan dirûşm qîriyan. Di çalakiyê de li ser tecrîdê belavok hatin belavkirin.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê, Kurdistanî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî li Barfusserplatzê li hev civiyan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin.

HÎLDESHEÎM

Çalakiya kon a 2 rojan, ku li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê bi pêşengiya Komuna Jinê ya Meryem hate lidarxistin, duh qediya. Çalakgeran li ser fikarên xwe yên têkildarî rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan belavok belav kirin û dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” qîriyan.

BONN

Bi heman armancê duh li bajarê Bonn ê Elmanyayê kon hate vedan û çalakiyê heta evarê dewam kir. Çalakî ji aliyê PYD-Bonn, KCDK Bonn û TEV-ÇAND’ê ve hate organîzekirin û li Munsterplatzê hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxwaz ji CPT û saziyên navneteweyî yên pêwendîdar hate kirin, ku bikevin nava liv û tevgerê. Di çalakiyê de ku danê sibehê saet di 11:00 de dest pê kir, hunermend Sîpan Xelat, Welat Başûr, Ayda û Hasan Rojava stranên berxwedanê gotin.

HANNOVER

Kurdistaniyên li bajarê Hannover ê Elmanyayê dijîn, bi pêşengiya Komîsyona Çandê ya Hannoverê li meydana Kropkeyê mîtîngek li dar xistin. Hozan Axîn, Hîkmet, Koma Volkana Şoreşê, Ciwan Çewlik, hunermend Aslan, Aydin Amara, Narîn û gelek hunermendên din derketin ser dikê. Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” qediya.

SALZGÎTTER

Li bajarê Salzgîtter ê Elmanyayê, jinan çalakiya agahdarkirinê lidarxistin. Jinên Kurd serdana partiyên siyasî, dêr û radyoyên herêmê kirin û dosyayên li ser rewşa Ocalan pêşkêşî wan kirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, ciwanan mîtîngek li dar xistin. Mîtînga ku li meydana Stûttgart Schlossplatzê pêk hat, ji aliyê Ciwanên Azad, Ciwanên Azad-Jin, JXK û YXK hate organîzekirin û saet di 17:00 de dest pê kir. Di mîtîngê de ciwanan posterên Ocalan vekirin û pankartên bi nivîsa “Azadî ji Abdullah Ocalan re” û “Dîlgirtina Abdullah Ocalan dîlgirtina 40 mîlyon Kurdî ye” hildan. Ciwanan di çalakiya xwe belavokên NAV-DEM’ê yên li ser mijarê belav kirin.