Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li 80 komînên Til Birak dengdayîn bi dawî bû

TIL BIRAK – Li 7 xetên gundên navçeya Til Birak a girêdayî kantona Qamişlo 80 komînî û li çend gundên kantona Hesekê ya  herêma Cizîrê, hilbijartin bi dawî bû.TIL BEREK-BIDAWIKIRINA-HILBIJARTINA ‫(194642433)‬ ‫‬

Piştî ku dengdayîn bidawî bûn, 80 komînên navçeya Til Birak sandoqên hilbijartinan şandin navenda Komseriya Bilind a Hilbijartinan a li Til Birak.

Li gundên Hesekê mîna Tiwîne, Til Bêdir, gundên Çiyayê Kizwana û Word Şeqra hilbijartin bidawî bûn û  gundên  navborê sandoqên hilbijartinan şandin navenda komseriyê ya Hesekê.

Li bajarê Hesekê jî dengdayîn hîna dewam dike.

Komseriyê Hilbijartinan a kantona  Hesekê diyar kir ku ji ber  gel bi awayekî aktif beşdarî hilbijartinên hevserokên komînan dibe, ji ber vê yekê jî dibe ku dema dengdayînê dirêj dikin.

(kc)

ANHA