Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Afganîstanê li dijî baregeha leşkerî êrîş: 43 mirî

NAVENDA NÛÇEYAN-Li bajarê Qandahar ê Afganîstanê, ji ber êrîşeke bombeyî ya li baregeheke leşkerî 43 leşker mirin, 9 leşker jî birîndar bûn.

Li bajarê Qandahar ê Afganîstanê, li hemberî baregeheke leşkerî êrîşeke bombeyî pêk hat.

Wezareta Parastinê ya Afganîstanê ragihand, ku êrîş ji aliyê êrîşa xwekujî pêk hat.

Li gorî agahiyên ji aliyê medya Afganîstanê ev hatin weşandin, di êrîşê de 43 leşker mirin, 9 leşker jî birîndar bûn.

Talîbanê êrîş girt ser xwe.