Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Amerîka êrîşa çekdar, 4 kes hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Amerîka kesekî bê ser û ber gule barandin, di encamê de herî kêm 4 kesa hatin kuştin, hinkesên din birîndar bûn.

Rayedarên herîmî yên wîlayeta New Jersey ya Amarîkaragîhandinku kesekî çekdar gule bê ser û ber li derdorê reşandin.

Polîsên Amarîka têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û got ku kesekî çekdar gule di şahiyeke herêmî ku di navendeke Sporî ya bajarê Lakewood a wîlayeta New Jersey de hate lidarxistin, rewşan. Di daxuyaniya Polîsan de hate gotin ku di encamê de herî kêm 4 kes hatin kuştin û bi dehan kes sivik birîndarbûn.

Di daxuyaniyê de derbarê sedema êrîşê û nasnameya êrîşkar tu agahî ne hatin dayîn.

(bx)

ANHA