Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Amûdê 6 fîlm hatin pêşandan

AMÛDÊ – Çalakiyên Mehrecana Sînema ya Rojava berdewam dikin. Li navçeya Amûdê 6 fîlm hatin pêşandan.

Komîna Fîlm a Rojava bi hevkariya Tevgera Çand û Huner a Demokratîk 13’ê mijdarê ango 57’emîn roja salvegera ‘Şewata Sînemaya Amûdê’ çalakiyên Mehrecana Sînema ya Rojava, destpê kir.

Di vê çarçoveyê de duh li navenda Hûrî ya Çand û Hûner a Navçeya Amûdê bi beşdariya dehan şêniyên navçeyê 6 fîlm hatin pêşandan.

Beriya pêşandana fîlman, ji bo giyanê pakrawanan deqeyek rêz hate girtin. Paşê Hevseroka Tevgera Çand û Huner a Rojava Bêrîvan Xalid axivî û girîngiya mehrecanê vegot.

Di mehrecanê de 6 belgefîlmên li ser dîroka gelê Kurd û kevneşopiyên Kurdan ku hatibûn amadekirin, hatin pêşandan.

Navên fîlmên ku hatin pêşandan û kesên derhêneriya wan kiriye wiha ne:

Dada Saltaneh: Hadi Ahmadi, Long Night: Kamiran Betasi, Butterflies: Adnan Zandi,  Zal Zalak: Iraj mohammadi, Rope: Azar Mansoori, Gera du Roje: Mehmud Gaqmaq

(bx/he)

ANHA